Em Xalid Begê Cibrî, Yusuf Zîya Beg û hevalên wan bi rêzdarî bi bîr tînin!

Em Xalid Begê Cibrî, Yusuf Zîya Beg û hevalên wan bi rêzdarî bi bîr tînin!

.

A+A-

Em Xalid Begê Cibrî, Yusuf Zîya Beg û hevalên wan bi rêzdarî bi bîr tînin!

Di dîroka Kurdistanê de ji serhîildan û tevgerên neteweyî yên herî girîng yek jê jî tevgera neteweyî ya 1925an e ku weke serîhildana Şêx Seîd tê naskirin. Weke tê zanîn, amadekarîya vê serhildanê ji aliyê Teşkîlata Azadîyê (Komîteya Îstîklalê ya Kurdistanê) ve hatibû destpêkirin.

Teşkîlata Azadîyê di sala 1921ê de hatîye damezrandin. Serokê wê jî Xalid Begê Cibrî bû. Yek ji rêvebirê Teşkîlata Azadîyê jî Yusuf Zîya Beg bû.

Lê mixabin berîya ku amadekarîya serhildanê temam bibe, Dewleta Tirkîyeyê ji bo rê li ber vê serîhildanê bigire, di cotmeha 1924an de pêşî Yusuf Ziya Beg girt, paşê jî di 20ê çileya pêşîna 1924an de Xalid Begê Cibrî girt. Dewleta Tirkîyeyê herdu rêberên kurdan şandin zîndana Bedlîsê.

Piştî girtina Xalid Begê Cibrî û Yûsûf Zîya Beg, bi provakasyoneke Dewleta Tirkîyeyê, serîhildan  berî  dema ku hatibû plan kirin dest pê kir. Rêberê neteweyî, olî û civakî yê gelê Kurdistanê Şêx Seîd serokatîya vê serîhildanê kir.

Li gorî biryara Dîwana Herbê ya Bedlîsê ku dîwaneke herbê ya ku bi desthilatîyên taybetî yên Dewleta Tirkîyeyê ve hatibû wazîfedar kirin, di roja 14ê Nîsana 1925an de, li Bedlîsê Xalid Begê Cibrî û Yusuf Ziya Beg hatin kuştin. Heta nuha jî nayê zanîn ku bê herdu rêberên miletê kurd bi gulebarankirinê yan jî bi darvekirinê hatine qetilkirin. Herdu rêberên gelê Kurdistanê, ji ber damezrandina Teşkîlata Azadîyê û amadekarîyên serîhildaneke neteweyî hatin qetilkirin. Di eynî rojê de, bi qerara Dîwana Herbê ya Bedlîsê rêberên miletê Kurd Elî Riza Beg, Bahaddîn Beg, Faîk Beg û Mele Evdirrehmanê Şirnexî jî hatin darvekirin.

Mixabin heta îro cîhê mezelên Xalid Begê Cibrî, Yusuf Ziya Beg Elî Riza Beg, Bahaddîn Beg, Faîk Beg û Mele Evdirrehmanê Şirnexî weke cîhê mezelên Şêx Seîd, Seyîd Riza û hevalan wan, Seîdê Kurdî jî ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve nehatîne eşkere kirin.

Em bi vê minasebetê careke din bangî Dewleta Tirkîyeyê dikin ku cîhê mezelên Şêx Seîd, Seyîd Riza û hevalan wan, Seîdê Kurdî, Xalid Begê Cibrî,Yusuf Ziya Beg, Elî Riza Beg, Bahaddîn Beg, Faîk Beg û Mele Evdirrehmanê Şirnexî eşkere bikin.

Em weke PWK (Partîya Welatparêzên Kurdistanê) xwe berdewamîya rêbaza Teşkîlata Azadîyê, berdewamîya têkoşîna Şêx Seîd, Seyîd Riza, Îhsan Nûrî Paşa, Xalid Beg û Yûsûf Zîya Beg û hevalan wan dibînin û ji bo armanca wan ya Kurdistaneke azad têdikoşin.

Di 99emîn salvegera şehadeta wan de, em Xalid Begê Cibrî, Yusuf Zîya Beg, Elî Riza Beg, Bahaddîn Beg, Faîk Beg û Mele Evdırrehman Şirnexî û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin.


14.04.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin