Em mizgînîya ava kirina Partîya Welatparêzên Kurdistanê(PWK) bi raya giştî re parve dikin!

Em mizgînîya ava kirina Partîya Welatparêzên Kurdistanê(PWK) bi raya giştî re parve dikin!

.

A+A-

Em wek TDK-TEVGER û PAK, bi dilxweşî dixwazin mizgînîyê bidin miletê Kurd û kurdistaniyan ku me kongreya xwe ya yekitîyê li Amedê bi awayekî geş, girseyî û serkeftî pêk anî û me bi navê Partîya Welatparêzên Kurdistanê(PWK) ava kir.

Îro 43yemîn salvegera darbeya leşkerî ya 12ê îlona 1980yî ye. Em wek damezrenêrên Partîya Welatparêzên Kurdistanê(PWK) vê darbeya leşkerî, faşîst rûreş dikin û dibêjin damezrandina Partîya Welatparêzên Kurdistanê(PWK), di heman demê de bersîv, nîşana berdewamîya berxwedan û têkoşîna li dijî zilm, zordarî û qetlîamên darbeya 12ê îlonê ye jî. Me duh serê xwe netewand û em îro jî li ber zilmê û zordarîyê serê xwe natewînin.

Di destpêka gulana sala 2022an de TDK-TEVGER û PAKê ji bo rêlibervekirina yekîtîyeke sîyasî û rêxistinî dîyalogek destpê kirin û piştî xebateke berfireh ya hevbeş, biryar dan ku bi kongreyekê li Bakurê Kurdistanê bi hev ra partîyeke neteweyî, demokratîk, legal û girseyî ava bikin.

TDK-TEVGER û PAKê di rojên 9 û 10ê îlona 2023yê da li Amedê kongreya xwe ya yekitîyê li dar xistin û Partîya Welatparêzên Kurdistanê(PWK) ava kirin.

Mustafa Ozçelîk, di kongreya damezrandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê(PWK) da, bi yekdengî wek Serokê Giştî yê PWKyê hate hilbijartin.

Partîya Welatparêzên Kurdistanê(PWK), xwe berdewamîya doza azadîya Kurdistanê, berdewamîya hemû têkoşîn, xebat, ked û nirxên milî, demokratîk, niştimanî yên Kurdistanê dibîne.

Partîya Welatparêzên Kurdistanê(PWK), mafê çarenûsîya miletê Kurd û gelê Kurdistanê diparêze. Mafê çarenûsîyê li gorî şerd û mercên Kurdistanê û tevgera rizgarîxwazîya neteweyî, herweha li gorî rewşa herêmê û navneteweyî dikare bi awayê dewleteke federal, konfederal an jî serbixwe bê pêkanîn.

Herweha li gorî şerd û mercên neteweyî, rewşa herêmê û navneteweyî dikare çareserîyên cihê û navqonaxî jî derkevin holê. Di rewşek weha de, em dê çareserîyên demkî û navqonaxî red nekin û wan ji bo bidestxistina armancên sereke û stratejîk weke derfetên girîng û pêwîst binirxînin.

Partîya Welatparêzên Kurdistanê(PWK), li gel bernameya xwe ya stratejîk a mafê çarenûsîyê dê li ser bernameya daxwazên acîl ên miletê Kurd jî dê xebat û têkoşîna xwe bimeşîne.

Bêgûman, pêwîstîya yekitîya sîyasî û rêxistinî ya partî, tevger, rêxistin, grûp û kesayetên milî, demokrat, azadîxwaz, kurdistanî yên ku bername û nêrînên wan ên sîyasî wek hev in, nêzî hev in, bi ava kirina Partîya Welatparêzên Kurdistanê(PWK) bi dawî nayê. Partîya Welatparêzên Kurdistanê(PWK) ,di her qonaxê de amade ye ku bi partî, tevger, rêxistin, grûbên wek wê, nêzî wê ra yekitîya sîyasî û rêxistinî pêk bîne.

Avakirina Partîya Welatparêzên Kurdistanê(PWK), helbete ku pêwîstîya hevkarî û tifaqên neteweyî, demokratîk ji holê ranake.

Hevkarî û tifaqên neteweyî, demokratîk yên li ser prensîbên neteweyî, kurdistanî bêne ava kirin pêwîstî û wazîfeyeke me ya sereke ya milî ye. Lê aşkereye ku li Bakurê Kurdistanê partîyeke xurt, girseyî, milî, demokrat, azadîxwaz, kurdistanî dê di avakirin, birevebirin û berdewamîya platform, hevkarî, tifaq û bi hev re xebatên hevbeş yên milî, demokratîk jî bibe bingehekî esasî.

Bi vê hişmendîyê, em wek Partîya Welatparêzên Kurdistanê(PWK), bang dikin ku, hemû siyasetmedar, rewşenbîr û welatparêzên kurdistanê yên wek me û yên nêzî me difikirin, ji derveyî vê partîya me ya neteweyî, demokratîk, azadîxwaz, kurdistanî, meşrû, legal nemînin; bi beşdarîya xwe, partîya xwe berfirehtir û dewlemendtir bikin. Werin em bi hev re ji bo xurtkirin û berfireh kirina tevgera rizgarîxwazîya neteweyî û demokratîk û bicîhanîna armancên me yên stratejîk vê partîya xwe xurt û geş bikin!

Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK) di roja 17ê Îlona 2023yê da dê Kongreya xwe ya 3yemîn a Asayî li Enqereyê li dar bixe. Di vê kongreyê de, emê nav, amblem û bernameya PAKê biguherînin û bi navê Partîya Welatparêzên Kurdistanê(PWK) , wek partîyeke nû û yasayî xebatên xwe bimeşînin.

Em dê piştî kongreya yasayî, deklerasyon û bernameya partîya nû ji raya giştî re, ji Kurd û kurdistanîyan re par ve bikin!

Em spasîya hemû partî û rêxistinên sîyasî, dezgehên sivîl û kesayetan dikin ku roja 9ê ilona 2023yê beşdarî kongreya me ya damezrandinê bûne, bi peyamên xwe pîrozbahîya me kirine.

Partîya Welatparêzên Kurdistanê(PWK), li gelê me pîroz be!

12.09.2023

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê(PWK)

1-162.jpg3-162.jpg4-143.jpg5-107.jpg6-088.jpg1694508254diyarbekir-pwk.jpg

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin