“Em bang li wicdanê we dikin, beriya bimre tehliye bikin”

“Em bang li wicdanê we dikin, beriya bimre tehliye bikin”

.

A+A-

Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkanê ku ji ber nikaribû bimeşiya neçûye odeya SEGBISê careke din tehliye nekirine.

Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkanê 84 salî digel daxwaza parêzerên wî, careke din nehatiye tehliyekirin. 

Dozgerî jî diyar kiribû wî sûc nekiriye lê dîsa jî ev 26 sal in Ozkan ji girtîgehê nayê tehliyekirin. 

Li gorî nûçeya MAyê, danişîna ji nû ve dadgehkirina Mehmet Ozkanî îro li Dadgeha Cezayê Giran a 7an a Edeneyê dewam kiriye. Ozkan ji ber nexweşiyê nekarîbû biçe odeya Sîstema Deng û Dîmenan (SEGBIS). Parêzeran daxwaza tehliyekirina Ozkanî kiriye lê bi sedema ku dadgehkirina Doza Liceyê bidawî nebûye, heyeta dadgehê ev daxwaz qebûl nekiriye. 

“Em behsa mirovekî ku nikare bimeşe dikin”

Dadgehekê di 22yê Çiriya Pêşiyê ya 1993yê de ji ber qetlîama li Liceya Amedê, cezayê miebetê li Ozkanê birîbû. Ozkan ji nû ve tê dadgehkirin. Dosyeya qetlîama Liceyê bi beraetkirinê biencam bûye û dosyeya wê bûyerê niha li ber destê dadgeha bilind e. 

Li ser navê Şaxê Edeneyê yê Komeleya Mafên Mirovan (IHD) parêzer Yasemîn Dora Şeker beşdarî dadgehkirinê bûye her weha Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edeneyê jî danişîn şopandiye. 

Dozgerî xwestiye ji bo biryarê li bendê dadgehkirina Doza Licê bin ku li Dadgeha Cezayê Giran a 1an a Îzmîrê li dar dikeve. 

Parêzer Şeker di dema danişînê de axiviye û bal kişandiye ser rewşa tenduristiya Ozkanî: “Miwekîl ji ber vê bûyer navborî hatiye tohmetkirin û bi neheqî hatiye cezakirin. Divê bêyî ku li bendî dosyeya Îzmîrê bisekinin, tehliye bikin. Miwekkîl nexweş e, weke çapemeniyê jî nivîsiye, rewşa wî ya tenduristiyê kambax e. Em behsa mirovekî dikin ku nikare were danişînê, bimeşe. Em behsa kesekî 84 salî dikin ku wesleyên wî baş kar nakin. Ji bo dosyeyeke ku wê bi salan dewam bike, wî girtî bihêlin, ji bo tenduristiya wî ne baş e. Em di nava van şert û mercan de dixwazin bi lez û bez miwekilê me tehliye bibe. Ger tehliye nebe jî bila li malê were zindanîkirin. Em bang li wicdanan dikin, beriya ve mirov bimre divê tehliye bibe."

Dadgehkirin wê piştî 3 meh û nîvan dewam bike

Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran qebûl nekiriye û biryar daye ku ew li bendê dadgehkirina Doza Liceyê ya li Îzmîrê bimînin. 

Dadgehkirin wê roja 30ê Hezîranê dewam bike. 

Rêxistina şexê Edeneyê ya HDPyê piştî danişînê li ber avahiya dadgehê civîneke çapemeniyê li dar xistiye. Li vir Parlamentera HDPyê Tulay Hatîmogûllari axiviye û bertek nîşanî biryara dadgehê daye. 

Çi bûbû?

Ozkanê 83 salî 25 sal in girtî ye.

Heta niha pênc caran dilê wî sekiniye, nexweşiyên giran ên weke alzheimer, anevrizma, tansiyon, guatr û yên ji ber gurçikan û rêviyan lê peyda bûne. Nikare baş bibihîse û bibîne bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne.

Digel ku berê rapor dabûnê û gotibûn nikare li girtîgehê bimîne, ew nehatiye tehliyekirin. Ji ber ku rewşa wî ya tenduristiyê di asteke xeter de ye, ji bo wî tehliye bikin, hewl didin raporên nû ji wî re bistînin.

Herî dawî vîdeoyek hatibû weşandin ku tê Mehmet Emîn Ozkan hebû û leşkeran ew dibirin nexweşxaneyê. Di vê vîdeoyê de jî hate dîtin ku Ozkan nikare bimeşe û nexweşê giran e. Digel vê rewşê kelemçeya destê wî dernexistine û Saziya Tipa Edlî gotiye ku “ew dikare li girtîgehê bimîne.”

Mehmet Emîn Ozkan bi tohmeta ku di dema qetlîama Liceyê de tiliya wî di kuştina Bahtiyar Aydin, Fermandarê Herêmê yê Cendermeyan de heye girtî ye. Lê piştî 20 salan ji qetlîamê dozgeriyê gotiye ku albayê teqawidbûyî Eşref Hatîpoglû, Fermandarê Alaya Cendermeyan ê Amedê persiyarê qetlîamê ye.

Li Liceyê, navçeya Amedê di 22yê Çiriya Pêşiyê ya  1993yan de 14 sivîl û Bahtiyar Aydin li gel leşkerekî miribûn. Doza Lîceyê di 8ê Kanûna Pêşiyê ya 2018an de bi biryara beraetê ya ji bo Eşref Hatîpoglûyî qediyabû.

Dadgehê gotibû ku berpirsiyar ne Hatîpoglû ye û bersiv nedabû wê pirsê ku bê ka kê 16 kes kuştine.

Di îdianameya vê dozê de hatibû gotin, berpirsiyar ne weke ku wê demê gotibûn, leşker in lê ne rêxistine.

Di îdianameyê de hatibû diyarkirin ku “derbarê beşdarbûna Mehmet Emîn Ozkanî ya vê çalakiyê de ti zanyarî nînin.”

Mehmet Emîn Ozkan 8 sal berê careke din di vê dosyayê de hate dadgehkirin ku berê ceza jê xwaribû. Lê ne hate tehliyekirin ne jî delîlên nû yên hatin nirxandin. 

Bîanet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin