ÊLIH – Petrol tevlî çemê gund bû

ÊLIH – Petrol tevlî çemê gund bû

.

A+A-

 Li navçeya Qubînê ya Êlihê, petrola ku ji boriya veguhestinê herikî tevlî çemê li gund bû û bû sedema pîsbûna avê.

Li nêzîkî gundên Bimerê û Şêdirkê yên Qubînê li Kêlgeha Berhemanîna Petrolê ya Slivankayê ji boriya veguhastinê petrola xav herikî û tevlî çemê gund bû.

Ji ber herikîna petrolê ava çem pîs bû.

Serokê Komeleya Xwebexşên Jîngehê ya Êlihê û Berdevkê Platforma Jîngehê Hasan Argunaga derbarê bûyerê ragihand:

“Petrol diherike çavkaniya avê û ew dibe sedema karesateke jîngehê.

Divê çavkaniyên avê ewle bin û ji bo ku petrola madeyên dibin sedema nexweşiyên pençeşêrê di nav de hene, nebin sedema qirêjiyê divê demildest bê paqijkirin û zerarên gundiyan bên qerebûkirin.”

Hasan Argunaga herwiha got ku di demên dawî de zanyariyên herikîna petrolê ji kêlgehên petrolê yên Ramana Rojava û Şelmoyê ji wî re diçin.

Argunaga bangî Saziya Jîngeh û Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ya Êlihê, Saziya Çandinî û Daristanan a Êlihê û Kompanya Petrolê ya Tirkiyeyê kir û xwest ku derbarê zêdebûna herikîna petrolê ji boriyan zanyariyan bidin raya giştî.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin