
Elî Xamineyî li ser xwenîşandanan daxuyanî da
.
Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî beşek ji xwenîşanderên Îranê wekî "têkder" bi nav dike û dibêje ew "kirêgirtiyên dijmin" in.
Xamineyî her wiha amaje pê dike ku ew dê bi xwenîşander û neraziyan re biaxivin.
Rêberê Olî yê Komara Îslamî ya Îranê Îranê Elî Xamineyî di hevdîtina li gel malbatên kuştiyên şerê 12 rojan ê di navbera Tehran û Tel Evîvê de, behsa xwenîşandan û nerazîbûnên van demên dawî yên wî welatî kir.
Xamineyî got, "Em bazarê baş nas dikin. Bi navê bazar û esnafan nikarin li hemberî Komara Îslamî û pergala Îslamî derkevin."
Xamineyî piştrast kir ku li bajarên Îranê xwenîşandan û nerazîbûn hene û got:
"Belê, ew kombûn piranî ji aliyê esnafan ve bûn; gotinên wan gotinên rast bûn.
Ez dizanim ku Serokkomarê hêja û berpirsên din ên bilind ên welat hewl didin pirsgirêkê çareser bikin."
Nêzîkî hefteyekê ye ji ber giranî û bilindbûna nirxê dolar li hemberî tumen, grev û xwenîşandanên esnafan didomin.
Rêberê Komara Îslamî ya Îranê bêyî ku navê ti welatî bide got:
"Helbet di vê pirsgirêkê de tiliya dijmin jî heye. Bilindbûna bihayê pereyên biyanî û bêîstiqrariya wê ne tiştekî asayî ye, ev karê dijmin e."
Elî Xamineyî got, divê bi rêkarên cuda rê li ber bêîstiqrariya nirxê dolar a li hemberî tumen were girtin û wiha pê de çû:
"Nerazîbûna esnafan li ser vê mijarê bû. Niha Serokkomar û serokên desthilatên din hewl didin çareser bikin."
"Nerazîbûn ji têkderiyê cuda ye"
Rêberê Komara Îslamî ya Îranê beşek ji xwenîşanderan wekî "têkder" bi nav kir û got:
"Komek kesên handayî û kirêgirtiyên dijmin li pişta bazariyan li dijî Îslam, Îran û Komara Îslamî dirûşman dibêjin. Nerazîbûn ji têkderiyê cuda ye."
Elî Xamineyî diyar kir ku dê bi esnafên nerazî re biaxivin û got:
"Divê berpirs bi neraziyan re biaxivin lê axaftina bi têkderan re bêfeyde ye. Divê bi tundî li hemberî têkderan derkevin."
Li gorî gotina Rêberê Îranê, komek kes bi navnîşanên cuda, bi mebesta têkdan û bêaramkirina welat "dikevin pişta esnafan da ku nerazîbûnê bi kar bînin û tevliheviyê derxin. Ev bi ti awayî nayê qebûlkirin."
Xamineyî her wiha got, "Divê karê dijmin were naskirin, ji ber ku bi aramî zelal û hemû derfetan bi kar tîne.
Em li hemberî dijmin paş ve gavê navêjin û em dê dijmin bînin ser çokan."
Gefa Trump
Gotinên Rêberê Îranê di demekê de ne ku doh Înê Serokê Amerîkayê Donald Trump di peyamekê de gotibû:
"Eger Îran bi awayekî tund xwenîşanderên aştiyane bikuje ku ev edeta wan e, Amerîka dê bi hawara wan ve biçe. Em çek di dest de ne û ji bo tevgerê amade ne."
Grev û xwenîşandanên esnafan êvara 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an ji Tehranê dest pê kir û li hejmarek parêzgehên din ên welat û Rojhilatê Kurdistanê belav bûn ku li hinek bajaran alozî derketin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin