
Elî Ebûd: Çareserî di sîstema federal de ye
.
Serokê Yekîtiya Elewiyên Sûriyeyê yên li Ewropayê Dr. Elî Ebûd ragihand ku ew hewl didin hemû pêkhateyên Sûriyeyê di bin sîwaneke siyasî de bikin yek.
Dr. Elî Ebûd ji Rûdawê re diyar kir ku hikûmeta niha ya li Şamê "hikûmeteke defakto" ye û nûnertiya gelê Sûriyeyê nake, tenê nûnertiya beşeke sînordar dike.
Ebûd da zanîn ku wan li Berlînê bi beşdariya Kurd, Ereb, Elewî, Durzî, Xiristiyan û pêkhateyên din "Komeleya Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê" ava kiriye ku dengê rastîn ê Sûriyeyê bigihînin cîhanê.
Ebûd derbarê sîstema paşerojê ya Sûriyeyê piştgiriya xwe ji bo daxwazên Kurdan ên guhertina navê "Komara Erebî ya Sûriyeyê" ya ji bo "Komara Sûriyeyê" û avakirina sîstemeke federal anî ziman.
Ebûd tekez kir ku tenê sîstemeke "Parlamenterî, demokratîk, federal, nenavendî û sekuler" dikare yekîtiya axa Sûriyeyê biparêze.
Serokê Yekîtiya Elewiyan eşkere kir ku wan li Almanyayê li dijî serokkomar û wezîrên hikûmeta nû ya Sûriyeyê doz vekirine û ew red dikin ku bi "kesên destê wan di xwînê de ye" re dan û standinê bikin.
Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Serokê Yekîtiya Elewiyên Sûriyeyê yên li Ewropayê Dr. Elî Ebûd re:
Rûdaw: Tu bijîşk î û pisporiya te rewşên bilez e. Eger Sûriye di bin mîkroskopa te de be, di vê rewşa niha de tu dê çawa çareser bikî?
Elî Ebûd: Silav. Em niha li ser wê yekê dixebitin ku piştî wê çareseriya bilez a ji bo Sûriyeyê hat kirin, em wê bibin jûra çavdêriya hûr. Ev jî bi komkirin û yekxistina hemû pêkhateyên Sûriyeyê di bin yek sîwana siyasî de dest pê dike da ku bi navê gelê Sûriyeyê biaxive. Çimkî heta îro ti qewareyeke siyasî yan nesiyasî nîne ku bi navê gelê Sûriyeyê biaxive. Heta hikûmeta defakto jî bi navê gelê Sûriyeyê naaxive û nûnertiya gelê Sûriyeyê nake, tenê nûnertiya beşeke sînordar a mezhebekê dike. Gelê Sûriyeyê îro pêdivî bi wê yekê heye ku bi nasnameya xwe ya çandî û şaristanî, bi şiyanên xwe û şiyana pêkhateyên xwe, xwe bi civaka navneteweyî bide nasîn. Divê ev pêkhate di bin yek sîwana siyasî de kom bibin û yek projeya wan a siyasî hebe. Me ev tişt roja Duşema borî 8ê Kanûna Pêşîn li Berlînê di konferansa "Komeleya Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê" de da destpêkirin.
Rûdaw: Kî di vê konferansê de bi we re beşdar bû?
Elî Ebûd: Nûnerên hemû çîn û beşên gelê Sûriyeyê; Asûrî, Êzidî, Xiristiyan, Durzî, Sunî û wekî tê zanîn, em Elewî jî. Em dikarin bibêjin hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê di vê komeleyê de xwedî nûner in. Gaveke gelekî girîng e û destpêkê pêşwazî û piştgiriya medyayî lê hat kirin. Bi piştgiriya Xwedê paşê dê piştgiriya piştgiriya siyasî jî lê were kirin da ku bi rêya vê komeleyê yan bi saya vê komeleyê, em gelê Sûriyeyê ji wî zongava ku ketiye navê derxin.
Rûdaw: Encamên vê konferansê çi bûn? Ti daxwazên we ji hikûmeta nû hene? Her wiha ji civaka navneteweyî, bi taybetî ku hûn li Almanyayê dijîn?
Elî Ebûd: Bê guman ti daxwazên me ji hikûmeta defakto ya niha nînin, ji ber ku ew ji wê yekê lawaztir in ku karibin bi cih bînin. Ew di dabînkirina ewlehî û aramiyê de ji bo welatiyan bêçare mane, êdî çawa dikarin daxwazên wan kesan bi cih bînin ku bi xwe ew kuştine, çewisandine, jinên wan revandine, mal û zeviyên wan şewitandine, ew derbider kirine û jin û zarokên wan revandine? Bi piştrastî ti daxwazên me ji vê hikûmetê nînin. Daxwaza me ji civaka navneteweyî ew e ku piştgiriya vê qewareya siyasî bikin ku nûnertiya hemû Elewî, Sunî, Durzî, Xiristiyan, Asûrî û Êzidiyan dike, wate bêhtirî wê hikûmetê nûnertiya gelê Sûriyeyê dike. Her wiha civaka navneteweyî dev ji vê gotegota siyasî ya piştgiriya wan kesan berde ku heta doh di lîsteya terora navneteweyî de bûn û dev ji derxistina navê wan a ji lîsteya terorê ya Komîteya 1267an a Encumena Ewlehiyê ya li gorî biryara navneteweyî ya 2799an berde. Ev yek wî paşeroja reş û wî paşeroja ku bi xwîna Sûriyeyiyan sor bûye, paqij nake.
Rûdaw: Kurd daxwaza guhertina navê "Komara Erebî ya Sûriyeyê" ya ji bo "Komara Sûriyeyê" dikin û dibe ku pêkhateyên din jî heman daxwaza wan hebe. Heta di sîstema siyasî de jî daxwaza nenavendîbûn û federalîzmê dikin. Nêrîna we li ser guhertina navê komarê û sîstema paşerojê ku dibe nenavendî yan federal be çi ye?
Elî Ebûd: Ev pirsên girîng in lê ez bi tenê nikarim bersiva wan bidim. Eger me bi tenê bikariba rewşeke siyasî ava bikira... Îro birayên Kurd ji aliyê leşkerî ve li qada Sûriyeyê bihêz in lê tevî vê yekê jî bi tenê nikarin ti guherînên siyasî ber bi federalîzmê yan guhertina navê komarê ve bikin, êdî Erebî ya Sûriyeyê be yan Sûriye. Kes nikare bi tenê bersiva vê pirsê bide, ev dê bibe encama karê siyasî yê bikom û hevbeş.
Rûdaw: Lê hûn piştgiriya van daxwazan dikin?
Elî Ebûd: Em piştgiriya her tiştê ku pêkhateyên gelê Sûriyeyê di paşerojeke demokratîk a yekgirtî ya Sûriyeyê de kom bike dikin. Wate baweriya me bi biratî û hevparî ya bi birayên Kurd re heye; nabe em hebûna wan red bikin û dawî pê bînin ji ber peyvekê li vir û peyvekê li wir. Em li naverokê dinêrin ne li rûkeş û xuyanê. Wate eger te navê welatê xwe kir "Komara Erebî ya Sûriyeyê" û herêmên bakurrojhilatê Feratê ne di bin kontrola te de bûn, sê parêzgehên başûr ne di bin kontrola te de bûn, girîngiya vî navî çi ye? Lê eger te nav lê kir "Komara Sûriyeyê" wekî mînak û te Kurd, Durzî û hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê tê de kom kirin û sînor û yekparçeyiya axa wê di çarçoveya sîstemeke parlamenterî ya demokratîk a federal a nenavendî ya sekuler de parastî bû, em dê kîjan vebijêrkê hilbijêrin? Bê guman ew vebijêrka ku yekîtî û kombûna me û yekparçeyiya axa Sûriyeyê li ser bingeha federalî, demokrasî û nenavendîbûnê misoger dike.
Rûdaw: Doktor, derbarê wan bûyerên ku li beravê qewimîn, gelek çalakvanên Elewî yan Durzî belge kom kirine. Ji ber van binpêkirinan we bi ti aliyekî fermî yê li Almanya yan Ewropayê, wezareta karên derve, parlamenter û wan re axiviye?
Elî Ebûd: Di yekîtiya me de ofîsa yasayî heye ku hejmareke zêde pispor û parêzerên yasaya navneteweyî, ceza, şaristanî û pisporiyên cuda tê de ne. Tîmeke mezin a belgekirinê jî di yekîtiyê de kar dike. Vê tîmê çendîn rapor amade kirine, ya dawî 4ê Çiriya Paşîn bû, wate çend roj beriya ku navê Colanî ji lîsteya terora cîhanî derxi, ev rapor ji bo 24 aliyên navneteweyî hatiye şandin, di nav de aliyê Almanî û Ewropî û heta Komîteya Têkoşîna li dijî Terorê li Encumena Ewlehiyê, Neteweyên Yekbûyî, Mafên Mirovan, ofîsên siyaseta derve û ewlehiyê û peymangeha lêkolînên ewlehiyê ya li Yekîtiya Ewropayê. Bê guman ev rapor bi hûrgilî hemû ew binpêkirinan li xwe digire ku li Sûriyeyê li hemberî hemû pêkhateyan hatine kirin ji meha Tîrmehê heta Çiriya Pêşîn. Her wiha me gilî li ser hikûmeta defakto û kesayetiyan li pêşberî Dozgeriya Federal a Almanyayê tomar kiriye û destpêka giliyê hatiye wergirtin û niha ew di qonaxa lêkolînê de ne.
Rûdaw: Mebesta we serokkomar e?
Elî Ebûd: Serokkomar, Wezîrê Parastinê, Wezîrê Karên Navxwe û Wezîrê Ewqafê.
Rûdaw: Hûn çaverê dikin ku di demeke nêzîk de biçe serdana Berlînê?
Elî Ebûd: Pêkan e, her ji ber vê yekê ye ku siyaset çareseriyên yasayî bi paş dixe. Berjewendiyeke Almanyayê ya demkî îro heye, berjewendiyeke wê ya demdirêj di avakirina pêwendiyeke baş a ji dûr ve bi vê hikûmetê re heye ji bo vegerandina penaberan ku bûne bargiraniyeke civakî û aborî li ser civaka Almanî. Bi kurtî ev berjewendiya Almanyayê ye û ji ber vê yekê ye eger pêşwaziyê lê bikin. Lê Alman gelekî bi hûrgilî dizanin bê çi li Sûriyeyê diqewime. Baş agahdarî rewşa Sûriyeyê ne.
Rûdaw: Pirsa dawî, hikûmeta nû yan berpirsên hikûmeta nû hewl daye bi we re biaxivin yan pêwendiyê bi we re bikin, bi taybetî revenda Elewî ya Sûriyeyî ya li Ewropa û Almanyayê?
Elî Ebûd: Hewldanên nerasterast hebûn lê me yekser red kirin, ji ber ku nabe em ti deriyên dan û standin yan guftûgoyê, ne rasterast û ne jî nerasterast, bi vê hikûmetê re vekin ku destên wan bi xwîna Sûriyeyiyan sor e. Destên wan bi xwîna Elewî, Kurd, Durzî û Xirîstiyanan sor e. Kes ji destê wan rizgar nebûye, heta Sunî jî. Hefteyek beriya niha şêxekî Sunî li Tertûsê hat kuştin tenê ji ber wê yekê ku red kir peyrewiya rêbaza selefî û cîhadî bike. Kes ji destê vê hikûmetê rizgar nebûye. Mirov li ser çi û ji bo çi armancê pêwendiyê bi vê hikûmetê re bike?
Çawkani:Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin