
Elî Dolemerî: Macron dê heta dawiya îsal were Hewlêrê
.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Fransayê Elî Dolemerî ragihand ku Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron dê heta dawiya îsal were Hewlêr û li gel Serok Mesûd Barzanî û rayedarên Herêma Kurdistanê bicive.
Îro li Parîsa paytexta Fransayê, bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî, rêyeke bi navê "Rêya Pêşmerge" hat vekirin.
"Navê Pêşmerge dê heta hetayê li ser nexşeya Parîsê bimîne”
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Fransayê Elî Dolemerî, li ser vê bûyerê pîrozbahî li gelê Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge kir û got:
"Navê Pêşmerge dê heta hetayê li ser nexşeya Parîsê bimîne û ev yek cihê kêfxweşiyê ye.
Vekirina rêyê jî ji aliyê rêber, merce û Pêşmerge bi xwe ve bû ku ew jî Serok Barzanî ye, yê ku her tim xwe wekî Pêşmerge daye nasandin."
Dolemerî her wiha da zanîn ku pêwendiyên Hewlêr û Parîsê dîrokî ne û anî ziman:
“Bi taybetî Şaredara Parîsê rêzeke mezin ji Serok Barzanî re digire. Di civînê de hat gotin ku Hewlêr û Parîs destbirak in dê girîngî bi pêwendiyan were dayîn.
Li ser milê Şaredariya Parîsê, dê li nav Keleha Hewlêrê xaniyek were nûjenkirin û bibe maleke çandî ya ji bo mafên jinan."
Banga ji bo Serok Barzanî
Dolemerî eşkere kir ku Şaredara Parîsê bangeke fermî pêşkêşî Serok Barzanî kiriye "ji bo 10emîn salvegera yekem teqîna DAIŞê ya li Parîsê ku dê Emmanuel Macron û bi dehan serokên welatên din jî beşdarî wê bibin."
Piştgiriya Fransayê ya ji bo Pêşmergeyan
Serok Barzanî îro li gel Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot jî civiya.
Elî Dolemerî li ser naveroka civînê got ku Wezîrê Karên Derve piştgiriya Fransayê ya ji bo Hêzên Pêşmerge û artêşa Îraqê di şerê li dijî DAIŞê de ducare kiriye.
Dolemerî her wiha da zanîn ku Wezîrê Karên Derve yê Fransayê tekezî li ser berdewamiya hewlên welatê xwe yên ji bo nêzîkkirina Hewlêr û Bexdayê kiriye û gotiye:
“Em her tim piştgiriyê didin Kurdistaneke bihêz a di çarçoveya Îraqê de.”
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir, “Wezîrê Karên Derve silavên taybet ên Serokkomar Macron gihandin Serok Barzanî.
Serok Macron ji ber hinek rewşên taybet îro nekarî amade be lê ew dê heta dawiya îsal here Hewlêr û Bexdayê û li gel Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bicive."
Li aliyê din, Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnav jî piştî civîna Serok Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Fransayê ji Rûdawê re got, "Civîneke gelekî baş bû."
RUDAW
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin