
Ehmed Şera: Hin baskên HSD û PKKê rêkeftina 10ê Adarê têk birine
.
Serokê Sûriyeyê yê Qonaxa Veguhêz Ehmed Şera ragihand, hin baskên di nav Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û PKKê de, rêkeftina Adarê têk birine û bûne sedema hêdîbûna pêvajoya siyasî.
Şera di hevpeyvînekê de ligel rojnameya "Milliyet" a Tirkî de, daxwazên sîstema federalîzmê weke "perdeyek ji bo cûreyên cuda yên cudabûnê" binav kir û got ku civaka Sûriyeyê ji bo nîqaşkirina vê mijarê ne amade ye.
"HSD Xwe Ji Çareseriyê Dûr Digire"
Ehmed Şera amaje bi wê yekê kir, tevî banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a ji bo tevlîbûna li pêvajoya çareseriyê, HSD hîna jî xwe li derveyî vê rêyê dibîne. Herwiha got: "Hin baskên nav HSD û PKKê bûn sedema têkçûna rêkeftina Adarê û pêvajoya siyasî hêdî kirin."
Derbarê daxwaza HSDê ya ji bo nenavendîbûnê de, Şera tekez kir ku Sûriye jixwe li gorî yasaya hejmar 107, ji sedî 90 bi sîstemeke nenavendî tê birêvebirin û civak ne amade ye federalîzmê nîqaş bike.
Gefa Operasyona Tirkiyê
Şera diyar kir jî, rewşa heyî li bakur û rojhilatê Sûriyeyê gefeke rasterast li ser ewlehiya neteweyî ya Tirkiye û Iraqê çêdike. Aşkere kir jî, wan Enqere qayil kiriye ku li dijî HSDê operasyoneke leşkerî nede destpêkirin û heta piştî rûxandina Esed fersendê bide danûstandinan.
Lê belê hişyarî da û got: "Eger heta meha Berçileya 2025an pêvajoyeke yekbûnê pêk neyê, dibe ku Tirkiye bi awayekî leşkerî tevbigere."
Rêkeftina bi Îsraîlê re Nêzîk e
Ji aliyekî din ve, Şera agahiyeke girîng jî derbarê Îsraîlê de parve kir û got, danûstandinên bi navbênkariya Amerîkayê nêzîkî rêkeftinê bûne û dibe ku di rojên pêş de were îmzekirin.
Herwiha tekez kir jî, ev rêkeftin dê mîna rêkeftina sala 1974an be û bi ti awayî nayê wateya asayîkirina têkiliyan an jî tevlîbûna Sûriyeyê di Rêkeftinên Îbrahîmî de.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin