
Ehmed Şer heyeteke Amerîkayê pêşwazî kir
.
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Thomas Barrack tevî heyetekê Şama paytexta Sûriyeyê ziyaret kir.
Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer heyeta Amerîkayê Pêşwazî kir.
Di heyetê de, navên girîng ên wekî Senator Jeanne Shaheen û Endamê Kongreya Amerîkayê Joe Wilson jî cih girtin.
Li gorî daxuyaniya Serokkomariya Sûriyeyê, di hevdîtinê de li gel pêşhatên dawî yên li Sûriye û herêmê, rêyên xurtkirina diyalog û hevkariya ji bo misogerkirina ewlehî û seqamgiriyê hatin gotûbêjkirin.
Ev serdan rojekê piştî wê civînê hat ku Nûnerê Taybet Barrack li Îsraîlê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re li ser mijarên Sûriye û Libnanê axivîbû.
Ya ku vê serdanê girîngtir dike ew e ku ew hevdem e li gel hevdîtinên ku bi navbeynkariya Amerîkayê di navbera berpirsên Sûriyeyê û Îsraîlê de ji bo kêmkirina aloziyên li başûrê Sûriyeyê berdewam dikin.
Medyaya Îsraîlê diyar kir ku di navbera Şam û Tel Avîvê de peymaneke veşartî heye.
Li gorî medyaya Îsraîlê, di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Îsraîlê de peymaneke veşartî hatiye kirin.
Her çend her du aliyan bi fermî ev yek ranegihandibe jî, televîzyona Îsraîlê Kanal 12 tekez dike ku Amerîka navbeynkariya peymanê dike.
Li gorî heman çavkaniyê, naveroka peymanê ji van xalan pêk tê:
Rê nayê dayîn ku Tirkiye beşdarî avakirina artêşa Sûriyeyê bibe.
Divê ti baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê li Sûriyeyê nemînin.
Divê li Sûriyeyê çekên stratejîk nebin.
Asmanê Sûriyeyê dê ji bo Îsraîlê vekirî be.
Korîdoreke mirovî dê ji bo Durziyên li Siwêdayê were vekirin.
Herêma di navbera Girên Golanê, Şam û Siwêdayê de dê were bêçekkirin.
Sûriye dê bi alîkariya Amerîka û welatên Kendavê ji nû ve were avakirin.
Endamê Kongreyê Wilson: Dema rakirina Qanûna Sezarê ye
Li aliyê din, piştî hevdîtina heyeta Amerîkayê Joe Wilson jî li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.
Wilson anî zimên ku wan ev ziyaret "ji bo gotûbêjkirina paşerojeke geş, aram û yekgirtî ya ji bo Sûriyeyê" pêk aniye.
Wî her wiha spasiya xwe ji bo pêşwaziya germ anî zimên û got, serdan ji bo wî gelekî bi wate bûye.
Wilson di dawiyê de got: "Niha bi temamî dema rakirina Qanûna Sezarê ye. Wekî pêşîneya birêveberiya Serok Trump, ez pêbendê vê armanca krîtîk a her du partiya me. "
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin