
Ehmed Şer: Em parçebûnê qebûl nakin
.
Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer soz da ku dê tohmetbarên li Siwêdayê werin cezakirin û tekez kir ku ew dê rê nedin Sûriye were parçekirinê
Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer bi rûspiyên Îdlibê re civiya û behsa nexşerêya qonaxa nû ya Sûriyeyê kir.
Şer tekezî li ser wê yekê kir ku dema "şoreşê" bi dawî bûye û niha divê bi zîhniyeteke nû "dewlet" were avakirin.
Wî bangî hemû aliyan kir ku ji bo yekîtiya Sûriyeyê bixebitin û li hember hewlên perçekirinê bisekinin.
“Tohmetbar dê bên cezakirin”
Şer li ser bûyerên dawî yên li Siwêdayê rawestiya û li xwe mikur hat ku "ji hemû aliyan ve binpêkarî çêbûne."
Wî ev kiryar şermezar kir û soz da ku dê dewlet hemû kesên ku destê wan di van bûyeran de hene, ceza bike.
Li gorî Şer, siyaseta dewletê ya sereke ji bo Siwêdayê ev e, “Aramkirina rewşê û rawestandina şer û pevçûnan. Vegerandina koçberan ji bo ser mal û milkên wan. Pêkanîna lihevhatineke civakî di navbera pêkhateyên herêmê de.”
Serokê Sûriyeyê her wiha îdia kir ku destwerdaneke rasterast a Îsraîlê li Siwêdayê heye û got, "Hinek alî hewl didin bi hêzên herêmî yên wekî Îsraîlê xwe xurt bikin lê ev hewldaneke pûç e."
Pêwendiyên bi HSDyê re: Lihevkirineke dîrokî li pêş e
Ehmed Şer diyar kir ku dan û standinên bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re berdewam dikin û bal kişand ser lihevkirineke girîng.
Serokê Sûriyeyê ragihand ku lihevkirinek heye ku ji deh salan ve cara yekem e çêdibe û her çar aliyên sereke (HSD, Sûriye, Tirkiye û Amerîkayê) li ser wê li hev kiriye.
Ehmed Şer behsa peymana bi HSDyê jî re kir û got, "Hinek kiryarên HSDyê yên li ser erdê berevajî gotinên wan ên di dan û standinan de ne.
Ez bawer im di nav çend mehan de ev dosye dê bi awayekî aştiyane were çareserkirin.
Sûriye dê dev ji yek bihost axa xwe bernede lê di heman demê de mafê her kesî dê parastî be."
Yekîtî û geşedana aborî
Serokê Sûriyeyê li dijî fika perçekirina Sûriyeyê derket û got, "Kesên ku daxwaza perçebûnê dikin, siyasetê nizanin û xeyalperest in. Civaka Sûriyeyê bi xwe jî perçebûnê qebûl nake."
Ehmed Şer di dawiyê de ji rûspiyên Îdlibê xwest ku sebir bikin û fêm bikin ku avakirina dewletê demê dixwaze.
Wî got, "Heft meh di temenê avakirina dewletekê de tiştek nîne. Ez ji we dixwazim ku hûn alîkar bin û zextê li dewletê nekin.
Me karê herî giran pêk anî, ya mayî hêsantir e û înşalah em dê bi ser kevin"
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin