
Ehmed Şer efûya giştî derxist
.
Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer beriya meha Remezanê bi biryarnameyekê efûyeke giştî derxist.
Li gorî biryarnameyê, cezayên hinek sûcan bi temamî hatin rakirin û cezayên girtina hetahetayî jî heta 20 salan hatin kêmkirin.
Cezayê girtina hetahetayî bû 20 sal
Li gorî efûya giştî ya ku hatiye derxistin:
- Cezayên girtina hetahetayî dê bibin 20 sal.
- Nîvê cezayên giran ên demkî dê bên efûkirin.
- Cezayên ku ji bo sûcên biçûk û hinek sûcên din hatine dayîn, dê bi temamî bên rakirin.
Sûcên aborî û çekan
Di çarçoveya efûyê de sûcên qaçaxçîtiyê, hinek sûcên sîber, binpêkirinên li ser buroyên pereyan û bikaranîna pereyên ji bilî lîreyê Sûriyeyê jî cih digirin.
Ji bo sûcên çek û cebilxaneyê jî bi şertê ku di nav sê mehan de çek radestî rayedaran bên kirin, dê hemû ceza were efûkirin.
Ji bo revandinê efûya bişert
Derbarê sûcên revandinê şertek hat danîn.
Divê kesê revandî bi dilê xwe û bêyî beramber were berdan û sûcdar di dema diyarkirî de xwe radest bike.
Eger ev şert pêk werin, dê ew kes ji efûyê sûdê wergirin.
Krîterên tenduristî û temenî
Di biryarnameyê de ji bo kesên ku rewşa wan a tenduristiyê giran e û yên ku temenê wan ji radeyeke diyarkirî zêdetir e jî xalên taybet hene.
Hat ragihandin ku ev kes piştî nirxandina komîteyên bijîşkî yên pêwendîdar dê karibin ji efûyê sûdê wergirin.
Sûcên giran li derveyî efûyê ne
Sûcên wekî şkence, bazirganiya bi mirovan, binpêkirinên giran ên li dijî gelê Sûriyeyê û hinek sûcên din ên giran li derveyî çarçoveya efûyê hatin hiştin.
Li welatên Ereban, car caran serokdewlet ji ber meha Remezanê ji bo hinek girtiyan efûyê derdixin.
Ev efûya giştî ya ku li Sûriyeyê hatiye ragihandin jî wekî yek ji mînakên dawî yên vê kevneşopiyê tê dîtin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin