
EFXANISTAN - Rûsyayê desthilata Talîbanê nas kir
.
Rûsyayê desthilata Talîbanê ya li Efxanistanê bi fermî nas kir.
Rûsyayê doh ragihand ku wan nameya bawernameyê Balyozê nû yê Efxanistanê qebûl kiriye û bi vê yekê bû welatê yekem ku desthilata Talîbanê bi fermî nas dike ye.
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê li ser naskirina Efxanistanê daxuyaniyek belav kir.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de ragihand:
“Naskirina Mîrîtiya Îslamî ya Efxanistanê navê ku Talîban ji bo desthilata xwe bi kar tîne dê alîkariya hevkariyên dualî yên di warên cuda de bike.”
Parlamentoya Rûsyayê dawiya sala 2024an ji bo naskirina desthilata Talîbanê bi erênî deng da ku Talîban ji lîsteya rêxistinên terorîst ên qedexekirî yên Rûsyayê were derxistin.
Talîban sala 2021ê piştî 20 salan vegeriya ser desthilatê û kontrola Kabûla paytexta Efxanistanê xist destê xwe.
Gava Rûsyayê di demekê de ye ku dîplomatên Rojavayî dibêjin, heta ku ev desthilat rêzê li mafên jinan negire rêya naskirina Talîbanê girtî ye.
Hinek welatan kar û barên hinek beşên Balyozxaneya Efxanistanê xistine destê nûnerê Talîbanê lê hîn jî desthilata Talîbanê bi fermî nas nekiriye.
Talîban piştî ku li Efxanistanê bi cih bû, gelek sînordarî li ser jinan hatin ferzkirin ku di nava wan nedana destûra kar û qedexeya xwendinê jin û keçan û derketina derve ya bi bêyîmêrekî nêzîkî wan hene.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin