Efrînî dixwazin herêma wan bibe parêzgeh: Dê ji Ehmed Şer re nameyekê bişînin

Efrînî dixwazin herêma wan bibe parêzgeh: Dê ji Ehmed Şer re nameyekê bişînin

.

A+A-

 Di van demên dawiyê de beşek ji xelkên resen ên herêma Efrînê behsa mijara parêzgehbûna herêma xwe dikin.

Ji bo vê armancê jî hejmarek ji kesayetiyên Efrînê kar li ser destpêşxeriyekê dikin ji bo naskirina hemû aliyên yasayî, rêveberî, civakî û aborî yên vê mijara ku ew bi girîng dibînin.

Roja şemiyê 31ê Gulana 2025an li bajarê Efrînê civînek ji çend kesayetiyên Efrînê hat lidarxistin.

Armanca wê civîn ew bû ku mijara destpêşxerî û pêşniyara parêzgehbûna herêma Efrînê gotûbêj bikin.

"Binemayên parêzgehbûnê li Efrînê hene"

Beşek ji kesên beşdar nêrînên xwe amîn zimên ku gelek binemayên parêzgehbûnê li herêma Efrînê peyda dibin.

Dîmen û agahiyên taybet ên li ser wê civînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hatin şandin.

Qehreman Mistefa ku yek ji piştgir û destpêşxerên wê mijarê ye got: "Efrîn yek ji navçeyên geştyariyê ye li Sûriyeyê, bi nêzîkî hezar şûnwarên dîrokî jî lê hene, ev jî yek ji binemayan e ku bibe parêzgeh."

Qehreman Mistefa amaje bi wê yekê kir ku hemû binemayên parêzgehbûnê li Efrînê peyda dibin û got: "Rûber, ziman, rewşenbîr, şûnwar, geştyarî, pîşesazî, bazirganî li Efrînê hene.

Li gorî gotina Qehreman Efrîn hêja yê wê yekê ye ku bibe parêzgeh be û li ser berhemên xwe jî wê bi pêş bikeve.

"Dê ji Ehmed Şer re nameyek were şandin"

Li gorî agahiyên ku ji destpêşxerên wê mijarê hatine wergirtin, piştî dan û standinên ku wê di çend civînan de bêne kirin tê pêşbînîkirin serperîştiyarên wê destpêşxeriyê ji Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer re bişînin.

Di nameyê de wê bê diyarkirin ku xelkê Efrînê dixwaze hikûmet rêkarên pêwîst bistîne da ku herêma Efrînê bibe parêzgeh.

Li gorî heman agahiyan, ew daxwazê ji Hikûmeta Sûriyeyê dikin taybetmendiya niştecîbûnê û cografyaya Efrînê li ber çavan bigire.

Her wiha derfetên bi pêşveçûnê û seqamgîriyê li wê herêmê bêne xurtkirin û parastin.

Di heman çarçoveyê de Ebdulmenan Mihemed ku yek ji beşdarê wê civînê bû û piştgirê pêşniyarê ye got:"Eger Efrîn herêmeke rêveberiyê be mirov nikare zanîngehekê lê veke lê eger parêzgeh be dibe ku zanîngeh lê were vekirin."

Ebdulmennan Mihemed her wiha got, "Berê jî me dibihîst, çi karê ku pêwendiya wî bi parêzgehê re jî nebû ji me re dihate gotin herin cem parêzgar û parêzgar jî wê îmze kiriba piştre kar birêve diçû."

Li gorî zanyariyên ku gihiştine Rûdawê tê pêşbînîkirin civînên gotûbêjkirina daxwaz û destpêşxeriya parêzgehbûna Efrînê berdewam bikin.

Destpêxşerên vê projeyê li ser wê yekê rijd in ku biryarekê di berjewendiya xelkê Efînrê de bistînin û barê parêzgeha Helebê jî kêm bikin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin