EFRÎN - Li Şiyê şer: Ji Emşatê re hefteyek mohlet hat dayîn

EFRÎN - Li Şiyê şer: Ji Emşatê re hefteyek mohlet hat dayîn

.

A+A-

Li navçeya Şiyê ya Efrînê di navbera Hêzên Ewlehiya Giştî û koma çekdar a bi navê Emşatê de şer û pevçûn derketin.

Piştî şer, ji koma Emşatê re hefteyek mohlet hat dayîn ku ji navçeyê vekişe.

Rûdawê derbarê mijarê zanyarî ji sê çavkaniyên cuda yên li Efrînê wergirtin.

Bûyerên dawî yên li navçeya Şiyê hêviyek li cem xelkê çêkiribû ku koma Emşatê ji herêma wan derkeve lê ev yek hîn pêk nehatiye.

Pevçûn çawa derket?

Li gorî parêzer û mafnas Îbrahîm Şêxo êvara yekşemê (24.08.2025) zêdetirî 200 wesayîtên Hêzên Ewlehiya Giştî yên hikûmeta nû ya Sûriyeyê derbasî Şiyê bûn.

Hêzên ewlehiyê ji koma Emşatê ku ji aliyê Mihemed Casim (Ebû Emşe) ve tê birêvebirin, xwest ku baregehên xwe radest bikin.

Îbrahîm Şêxo ji Rûdawê re ragihand, "Birayê Ebû Emşe yê bi navê Seyf Casim, ev daxwaz red kir û di encamê de şer di navbera her du aliyan de derket.

Lê hîn ew li wê derê mane û li Mabata jî hene, her wiha li gundê Hisê û gundê Koxrê hene.”

Hefteyek mohlet ji bo vekişînê

Piştî rawestandina şer, di navbera her du aliyan de dan û standin hatin kirin.

Îbrahîm Şêxo da zanîn ku di encama danûstandinan de, biryar hatiye dayîn ku koma Emşatê di nava hefteyekê de ji Şiyê û derdora wê derkeve.

Çalakvanê sivîl Mistefa Şêxo jî ev zanyarî piştrast kir û got:

"Li gorî agahiyên me, di nava hefteyekê heta 10 rojan de, ji bilî Hêzên Ewlehiya Giştî ti çekdar li Şiyê namînin."

Mistefa Şêxo her wiha behsa wê yekê kir ku Ebû Emşe bi xwe jî çûye Şiyê û gotegot hene ku birayê wî Seyf Casim hatiye girtin lê ev yek nehatiye piştrastkirin.

"Hêzên nû vekişiyan"

Lê belê Serokê Encûmena Xwecihî ya ENKSyê ya Efrînê Ehmed Hesen wêneyekî hinekî cuda nîşan da.

Ehmed Hesen ji Rûdawê re da zanîn ku li aliyekî nêzîkî 150 otomobîlê û li aliyekî din derdora 70 otomobîlê Hêzên Ewlehiya Giştî derbasî Şiyê bûne û got:

“Rast e duh êvarî hêzeke mezin hat lê ew hêz paşê vegeriya û niha tenê hêzên ku berê li vir bûn mane. Koma Emşatê jî hîn li navçeya Şiyê ye."

Wî her wiha diyar kir ku encamên hevdîtina di navbera her du aliyan de ne zelal in û da zanîn ku binpêkirinên komê di van demên dawî de kêm bûne.

Li gorî çavkaniyan, şer roja yekşemê saet 19:00ê dest pê kiriye û saet 21:00ê gur bûye û heta saet 23:00ê bi navber berdewam kiriye.

Roja duşemê rewş bi temamî aram bûye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin