
EFRÎN - Gora Dr. Nûrî Dêrsimî û hevjîna wî hat nûjenkirin
.
Gora xebatkar û rewşenbîrê navdar ê Kurd Dr. Nûrî Dêrsimî ya li Goristana Henanê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanêji ku ji aliyê çekdaran ve hatibû wêrankirin hat nûjenkirin.
Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) gora siyasetmedar û rewşenbîrê Kurd Dr. Nûrî Dêrsimî û hevjîna wî Ferîdeyê ya li ya li Goristana Henanê ya Efrîn nûjen kir.
Gora Dr. Nûrî Dêrsimî û hevjîna wî Ferîdeyê piştî dagirkirina EfrînêTebaxa 2018an ji aliyê komên çekdar ve hatibû wêrankirin.
Ji bo nûjenkirin û 52yemîn salvegera koça dawî ya Dr. Nûrî Dêrsimî, rêûresmek hat lidarxistin û hejmareke welatiyên Efrînê tê de amade bûn.
Di çarçoveya nûjenkirinê de, risteyek ji helbesta Dr. Nûrî Dêrsimî li ser kêlika gora wî hat nivîsandin:
Dilbirîn bi nalîna welat
Li ser vê rêya dijwar
Min jî kire pir hawar
Da ji bo we jî rojekê
dunya bibe gulbuhar
"Dr. Nûrî welatparêzekî Kurd bû”
Serokê Encûmena Xwecihî ya ENKSyê ya Efrînê Ehmed Hesen diyar kir ku wan wekî ENKSyê ji bo bîranîna Dr. Dêrsimî ev kar kiriye û got:
"Îro bi boneya 52 salvera koça dawî ya Dr. Nûrî Dêrsimî, em wekî ENKS hatin û me gora wî nûjen kir û me helbesteke wî li ser gora wî da.
Dr. Nûrî welatparêzekî Kurd bû, beşdarî di şoreşa Şêx Seîdî de jî kir.”
Felek Elî Xoce, keça damezrênerê yekem partiya Kurdî li Sûriyeyê Mihemed Elî Xoce, behsa têkiliya malbata xwe û Dr. Dêrsimî kir û anî zimên:
"Ew hevalê bavê min bû, wan bi hev re kar dikir. Dema ku kurekî me ji dayik bû, Dr. Nûrî navê kurê me kir Felemez Nûrî."
Nivîskar Rêber Ehmed jî bal kişand ser girîngiya xwedîderketina li kesayetên dîrokî û got:
"Dr. Nûrî Dêrsimî yek ji rewşenbîr û siyasetmedarên mezin ê Kurd e, em jî xwedî li kesên weke wî derdikevin.
Dema em li dîroka xwe xwedî derdikevin em pêşeroja xwe ava dikin."
Dr. Nûrî Dêrsimî kî ye?
Sala 1894an li Dêrsima Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye.
Di temenê ciwantiyê de Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê damezrand.
Sala 1911an de dest bi xwendina beytariyê kir.
Ew endamê Komela Bilind a Kurd bû û di serhildanên Qoçgirê û Dêrsimê de roleke girîng lîst.
Ji ber tevgerên wî yên Kurdayetiyê, sala 1921ê de cezayê bidarvekirinê lê hat birî.
Dêrsimî koçberî Sûriyeyê bû û li bajarê Helebê bi cih bû.
Dêrsimî pirtûka navdar "Di Dîroka Kurdistanê da Dêrsim" nivîsand.
Di 22yê Tebaxa 1973yan de koça dawî kir.
Li ser vê wesiyetê, wî beriya koça xwe ya dawî bi xwe du gor ji bo xwe û hevjîna xwe amade kiribûn.
Di wesiyetnameya xwe de, Dr. Dêrsimî xwestibû ku kopiyek ji pirtûka wî û destek axa Dêrsimê bi wî re di gorê de bên veşartin.
Dr. Nûrî Dêrsimî wesiyet kiribû ku eger bimire, ew û hevjîna wî li Ziyareta Henên a Efrînê bên veşartin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin