
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (328)
.
Weke tekezî li ser berdewamkirina dagîrkirina Herêma Efrînê ji aliyê Turkiyê ve, mandina rêbenda ewlehiyê li çateriya Gundê “Kokanê”/Navça Mabeta ye, ya ku Istîxbaratên Turkiyê bi rengekî yekser serpereştiya wê dike, û zabitekî Turkî bi xwe hin caran -nemaze jî li rojên Înê yên ku seredanên xelkê tê de zêde dibin- makîne û alavên derbas dibin tevdide, nasnameyên kesayetî yên hilgêran dixwaze û hûrgilî dike, û lêkolînê bi hin ji wan re dike; Û herweha jî girtina welatiyin Kurd ji aliyê Asayêşa Giştî/El’emin El’am ve, li ser daxwaza Istîxbaratên Turkiyê, mîna ku li 08.08.2025an. Z bi Hemwelatî “Nisrîn Mihemed Elo” re, li Bajaroka “Be’idîna” – Navça Reco, çêbûye, ya ku kanîbû bireviya, berî gihîştina giropeke çekdar û bi çend makînan, û ya ku çûbû seredana bavê xwe yê nexweş bike, piştî koçbarkirina zorane ya ku bêtirî heft salan dewam kiriye.
Ev jî hin bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:
= Birîndarkirina zarokekî:
Li roja Înê 22.08.2025an. Z, li Bajaroka Basûtê – Efrîn, bi qurṣîneke tewaşankî zarok “Aram Mihemed Şahîn /8/sal” birîndar bû, ji ber wê ji bo dermankirinê bo nexweşxaneke bajêr hate rêkirin, jêdera qurşînê jî rahênanên yekîneyeke “Artêşa Sûrî ya nû” -ji heman Milîseyên “Firqit El’hemzat” a berê- bû, yên li leşkergeha li derdora bajarokê dihatin kirin.
Hêjaye were bîranîn ku ta niha hin milîseyên mîna “El’hemzat, El’emşat, Ehrar El’şerqiyê” û hin din leşkergehên wan li nav Herêma Efrînê hene, rahênanên xwe jî bi rêkûpêk jî tê de dikin, û piraniya wan leşkergeha ji herêmên niştecîkirî ve nêzîk in, û ew in ên ku -xwedê giravî-derbasî nav refên Wezareta/Şalyariya bergiriyê/berevaniyê li ba destlata veguhêz li Şamê bûne.
= Girtinine bêsûcane:
– Li 19.08.2025an. Z, Amûra Asayêşa Giştî/El’emin El’am rabû Xort “Hisên Kemal Şêxo /25/sal” ji xelkê Gundê “Maseka” – Navça Reco bêsedem girt, li ciyê karê wî li Herêma Pêşesaziyê li Bajarê Efrînê, piştî du rojan ji vegera wî ji Turkiyê, û wî ji demeke dirêj ve li wir kar dikir; Û ta niha çarenûsa wî nediyar e.
= Gundê “Me’ireskê”:
Ew ji dora /80/malî pêk tê û girêdayî Navça Şera ye, /15/malbat ji anîndeyan milmilaniyê di vegera xwe bo herêmên xwe yên resen de dikin, û hîn ji berî deh rojan ve, sê malbatên “Îgorî” jî di malên hemwelatî “Parêzer Beşîr Hec Yûsêf, Wefîq Tobal Hemo, Faroq Tobal Hemo” hatin bicîkirin, piştî ku ji aliyê malbatên Ereb ve -yên ku ji sala 2018an. Z ve dest danîne ser- hatin valakirin; Bê zanîn jî ku ew hemwelatiyên ku hatine zimên li Bajarê Heleb rûniştî ne, ji ber nebûna mercên aramiyê newêrin vegerin gundê xwe, nemaze ku bi keyayê gund hatiye hilpesartin, ku gerek agahiyên yên vedigerin bigihîne nivîsgeha ewlehiyê ya girêdayî Istîxbaratên Turkiyê.
Weha jî malbateke anîndeyan, li dema derketina wê ji gund, rabû tevaya tiştmiştên mala Hemwelatî “Hemo Tobal Hemo” ya ji sala 2018an. Z ve desteserkirî dizî, tevî derî û pencereyên tê de.
Û li dawiya heyva borî bi şev, çar çekdarên serçavgirtî rabûn “Mehmûd Xelîl kurê Mihemed Reşîd /42/sal” tevî hevjîna wî revandin, li dema xewa wan li nav zeviyeke çandiniyê li nêzîk bîreke avê û amûrên taqeta êliktirîkroniyê, û herdu girêdan û li wî xistin, paşê jî ew guhestin mala wan li gund, tibabeke diravî û tiştine din jê dizîn, û reviyan.
Û li şeveke din, mala Hemwelatî “Arêf Hecî Yûsêf /45/sal” basmîş kirin, çav girtin, girêdan, lêxistin, û piştî çar rojan û birina vêrgiyeke diravî ew berdan.
Lê, yên ku dijayetî li ser hatiye kirin newêrîn tiştê bi wan re çêbûye hewaldin, û tu gilî jî pêşkêşî destlatên xwecihî nekirin, ji tirsa ku rastî dijayetiyine pîstir netên; Were zanîn jî ku gund di bin bandoriya Milîseyên “Hêzên Hevbeş (El’emşat, El’hemzat)” de ye, û Amûra Asayêşa Giştî/El’emin El’am tu destêwerdan û lêkolîn nekir, yên dijayetî kirine negirtin, û ne jî zordarî red kirin.
= Bajaroka “Kefersefrê”:
Ya girêdayê Navça Cindirêsê, di navboriya kêmtirî heyvekê de, çekdarine diz bi şev çend mal û nişteciyên wê basmîş kirin, rewşek metirsiyê peyda kirin, şor û sixêf ji nişteciyan re gotin, bend kirin û li mêran xistin, jê tiştmiştin malan, tibabine diravî, zêrmêr û xilyewîn dizîn, û reviyan, bê ku destlatên xwecihî destêwerdanê bikin û lêkolînin rasteqîn çêkin; Û ew jî malên “Hesen Hac Ebdo kurê Ebdo, Mihemed Emîn Hesen, Dilovanber Zêneb Mûrad Hec Ebdo, Zêneb Mihemed Hisên Axa, Xalêd Hemo/Malbata Edo” bûn.
Û ji aliyekî din ve, li 21.08.2025an. Z, serokê Şarederiya Kefersefrê xwediyê sîtêrên guhestina avê û bîrên hundir bajarokê agahdar kirin, ku gerek neyêne bikaranîn, bi behaneya ku ew bandoreke neyênî li ava bîra “Dewletê” -ya li hafa bajarokê- dike, û ew bîr bi xwe di bingeh de hewcedariya xelkê ji avê peyda nake, yên neçar dibin ku hewcedariyên xwe û ji bo avdana meştelên şitlên zeytûnan ji bîrên taybet peyda bikin; Û di vê rewşê de wê neçar bibin ku avê ji bîrên dûr wînin, û lêçûnên zêdetir xerc bikin.
= Şewatandinên daristanan:
Li Êvara Pêncşemê 21.08.2025an. Z, agirek bi daristaneke îhracê ya xwezayî li Bakurê Gundê “Dêrwîş” – Navça Reco hate xistin (yê ku bi sedema avakirina bargeheke leşkerî ye Turkî tê de, ji Buhara sala 2018an. Z ve xelkê wê hatiye koçberkirin), û ta roja din berdewam kir, û rûbereke fere daqultand, ta ku hate vemirandin.
= Binpêkirinine din:
– Li vê dawiyê, li Bajaroka Be’idîna – N. Reco, “Ebsî El’hemed” – berpirsiyarê ewlehiyê yê berê li ba Milîseya “El’lîwa’i 112”- rabû Hemwelatî “Ehmed Xelîl Eto” qedexe kir, ku dîkana merivekî xwe ye koçberkirî -Hemwelatî “Reşîd Ezet Alî“- ji xwe re bi kar wîne, bi behaneya ku têkildariya xwediyê dîkanê bi Rêvebiriya Xweser a berê re hebû, û nîşana bendkirinê danî ser dîkanê, weha jî bi heman behaneyê nîşana bendkirinê danî ser mala Hemwelatî “Şukrî Mistefa Ce’ifer” yê koçberkirî jî.
Ta ku zordariya Dagîrkeriya Turkiyê û bermayên milîseyên wê li Efrînê berdewam e, û Doza Kurdî li Sûriyê ji aliyê destlata veguhêz li Şamê bi awakî dadmend çareser nebe, wê ew çareserkirinên qetqetî û ji aliyê destlata veguhêz ve cîbicîkirî kêmkas û kêmkirî bin, ji aliyê ewlehiyê û ta di warên jiyanî yên rojane de, û piraniya koçberên zorane ji dema dijberiya li ser herêmê ji sala 2018an. Z ve, wê nikanibin vegerin cîwarên xwe.
23.08.2025. Z – 2637. K
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê
————————–
Wêne:
– Zarokê birîndar “Aram Mihemed Şahîn”.
————-
Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin