
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (323)
.
Di pêvajoya dagîrkeriya Turkiyê ya berdewam de, dezgehên olî yên Turkiyê serpereştiya xwe ji çalakiyên olî yên pir li herêmê dibin re -ji sala 2018an. Z ve- berdewam dike; Wek nimûne: Li /23/î Avrêla borî, şandeke fermî bi serokatiya herdu cîgirên Waliyê “Hetayê” yê Turkiyê “herdu hevrêzên herêma Şaxa Zeytûnê – Ibrahîm Gûneş û Emîn Qaymaq” seredana Bajarê Efrînê kirin, da ku rewşa hînkiriyê li Gulîstanên/rewdat “Gupikên Cinetê/Bera’êm El’cene” bişpoîne, “diyariyina û tibabine diravî li zarokan belav bike”, û “mamosteyên jin xelat bike”; Û li /27/ î Avrêlê jî, şandek ji fetweya Antaliya ya Turkiyê seredana bajêr kir, da ku rewşa “xelekên lezberkirina Qurana pîroz ji nêr û mêyan” re bi çavê xwe bibîne, û rabû “diyarî li xwendekarên keç û xort belav kir”, û “kadroyên hînkeriyê jî xelat kir”!
Ev jî hin bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:
= Pakrewanbûna sivîlekî:
Li roja Duşemê 05.05.2025an. Z, Hemwelatî “Mihemed Dîb Ebdo Mihemed/Dîbo Ebdo Dîbo /68/sal” ji xelkê Gundê “Basilê” – “Çiyayê Lêlûn”, dema ku li ser hesabê xwe bi riya pisporekî jinavbirina bombeyan zeviyeke xwe ye zeytûna ji bombeyan paqij dikir, ew rastî teqîna bombeyeke zemînî ji bermayên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” hat, û di encamê de bi kûranî birîndar bû û gelek xwîn da der, û li dema birina wî ji bo dermankirinê bo nexweşxaneyeke Heleb jiyana xwe ji dest da; Pakrewan “Dîbo” li Gundê “Aqûbê” yê hevcîwar penaber bû, û xelkê G. “Basilê” ji vegera gundê xwe qedexekirî bûn, ji ber ku Artêşa Turkiyê ji sala 2018an. Z ve ew dagîr kiribû û bargeheke leşkerî tê de ava kiribû.
= Dijatiya li ser sivîlekî:
Li êvara Înê 02.05.2025an. Z, li dema gihîştina xort “Mihemed Mihemed Cebir” Gundê “Ṣorbe” – Navça Mabeta, ji Bajaroka Meydankê, bi mebesta ku bi karê xwe di warê belavkirina toreya Entirnêtê de rabe, çekdarin ji biryargeha Milîseyên “Firqit El’hemzat” derketin, ew sekinandin û lêxistin da ku peran jê bistînin; Û “Cebir” ji tirsa dijatiyên dûmahîk re, tu gilî pêşkêşî Amûra “Asayêşa Giştî/El’emin El’am” nekir.
= Girtinên bêsûcane:
Li 25.04.2025an. Z, rêbenda “El’emin El’am” li çateriya Bajarê Ezazê li ser riya Heleb – Efrîn, Hemwelatî “Welîd Mihemed Mihemed /52/sal” ji xelkê Gundê “Se’irîncekê” – Navça Şera girt, bi tuhmeta/tewanbariya têkildariyê bi Rêvebiriya Xweser re, li dema vegera wî bo Heleb ji seredana wî ya yekê bo gundê xwe di wê rojê de (ji sala 2018an. Z ve), û li 06.05.2025an. Z jî hate berdan.
= Dizîn:
– Li 06.05.2025an. Z, du çekdarên serûgirtî li ser matoreke dutekerî rabûn du xortên ku di nav zeviyeke zeytûna de (ye li nêzîk çeteriya Gundê “Qêsim” li ser riya Reco – Zerka) kar dikirin şelandin, û du xilyewî û tibabine diravî jê diziyan; Û ew xort ji xelkê Gundê “Kêla” – Navça Bilbilê yê nêzîk cîgeha bûyerê ne.
– Li Gundê “Tilifê” – Başûr Rojavayê Bajarê Efrînê, li 03.05.2025an. Z, dizine çekdar rabûn giropeke taqeta elektirîkaroniyê (tablo, ênvêrter û betarî) ji mala Hemwelatî “Nazliyê Mistefa” jinebiya Dilovanber “Xelîl Ebdî” diziyan, li dema nebûna wê li mal; Û li 07.05.2025an jî, dizine din du kêşokên/lewaqêt enternêtê ji du malên gund dizîn.
– Komine anîndeyan radibin dizîna çiloyên reza ji rezên tirî yên xelkê Gundên “Zerka, Kêla, Kerê” yên hevcîwar li navçên Reco û Bilbilê dikin, li Geliyê “Curqa” û Deşta “Benda Eşûnê”, û ew çekdar bi roj zeviya binçav dikin, û hin caran jî dibêjin em “El’emin El’am/Asayêşa Giştî” ne; Wek nimûne, du çekdarên rûpeçinandî li ser matorekê bi navê “El’emin El’am” derbasî nav rezeke tirî ye Hemwelatî “Mihemed Mêmo” li Gundê “Kêla” bûn, û hewildana dizîna yê ji dest wan derketî kirin, lê xwîşka “Mêmo” ya vêre kire hêlehûl û qîreqîr, û çekdar neçar bûn ji nav derkevin.
= Binpêkirinine din:
– Li êvara Înê 26.04.2025an. Z, dema ku hin xwediyên zeviyên zeytûna ji xelkê Bajaroka “Meydanekbezê” – Navça Reco -ji nav wan jî keyayê bajarokê- nerazîbûna xwe li ser çêrandina keriyên pêz di nav daran de dan diyarkirin, şivanên çekdar ên Milîseyên “Feyleq El’şam” rabûn qurşîn bi aliyê wan ve avêtin û gef li wan kirin.
– Li 30.04.2025an. Z, piştî ku keyayê Gundê “Bilêlko” – N. Reco Hemwelatî “Mihemed Hisên” tevlî merivê xwe “Şêxo Miho” û karkirekî ji anîndeyan çû nav rezeke tirî ye wî li nêzîk Gundê “Xirabî Silûk” yê hevcîwar, wan dîtin ku keriyeke pêz di nav de diçêre, û wan hewilda ku ji nav derxînin, lê xwediyê pêz “Ibrahîm Nasêr/Ebû Musene” û yên pêre ji anîndeya dijatiya wan kirin, û herweha kedine din ji merivên “Ebo Musene” jî vêre alîkarî kirin, û şerek di nav herdu aliyan de çêbû, û di encamê de hin birîndar bûn û derizîn.
= Geregoşî û serberdayetî:
– Li 27.04.2025an. Z, kuştina du endaman ji Milîseyên “Firqit El’mu’itesêm” di hundir avahiyekê “vêlakê” de li Gundê “Cûmkê” – Rojhilatê Bajarê Efrînê aşkere bû, û ew cih jî ji sala 2018an. Z ve biryargehe leşkerî ye firqê bû; Vêca hin alî û kesan lezandin û “Hêzên Sûriya Demokrat” bi piroseyê tewanbar kirin, weke hewildanekê ku navûdengê wê xerab û reş bikin, fîtnakê di nav Ereb û Kurdan de çêkin, û peymana di nav serok “Ehmed El’şeri” û serkêş “Mezlûm Ebdî” de îmzekirî têk bibin, lê Ajansa “Sana” ya fermî ji bal Rêvebiriya “El’emin El’am” ev nûçe guhest: “Ku wê piştî kêmtirî /12/katan ji bûyera kuştina du endaman ji “Artêşa Erebî ya Sûrî” li Efrînê hûrgiliyên bûyerê naskiriye û kujer jî girtiye, û sedema bûyerê jî nelihevkirineke kesayetî di nav endamên giropê de ye, û tu girêdanên derveyî jî tune ne”.
Û ta niha jî di siya dagîrkeriya Turkiyê de rewş ne aram e, piraniya binpêkirin û tewanên têne kirin nayêne tomarkirin û lêkolînên zelal ji aliyê destlatên hene ve nayêne kirin, û kiryar jî bi hêsanî ji sezakirinê difilitin, û çekdarek kane nişteciyên gundekî tev de gef bike û tiştê dixwaze ji wan bistîne.
10.05.2025. Z – 2637. K
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê
————————–
Wêne:
– Seredana şandeke fermî bi serokatiya herdu cîgirên Waliyê “Hetayê” yê Turkiyê ji B. Efrînê re, 23.04.2025. Z.
– Seredana şandekê ji fetwa Antaliya yê Turkiyê ji Efrînê re, 27.04.2025. Z.
– Pakrewan “Mihemed Dîb Ebdo Mihemed”.
————-
Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin