Efrîn di bin dagîrkeriyê de (282)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (282)

.

A+A-

Piştî ku binpêkirin û tewanên ku bi rengekî fere li Efrînê têne kirin hatin cersandin û riswakirin, û raporên mafwerî û ragîhandinî yên cîhanî li ser hatin belavkirin, û zêdebûna kerb û şermezarkirinê di dû tewana ciwanê Kurd ê negîhayî re li Cindirêsê, Turkiyê hewil da ku bandora bûyera dawiyê sivik bike û wêneyeke erênî bide dagîrkirina xwe ji herêmê re, ji ber wê istîxbaratên wê hemî milîseyên li herêmê agahdar kirin ku divê îsal şahiyên Cejna Newrozê neyêne qedexekirin, û giştînameyên “vêxistina agiran û lidarxistina şahiyan” ji keyan/mixtar û nûkeran re bi riya odeyên Watsapê hatin rêkirin/şandin, lê bi ser dilgermiya Kurdan ji bo vejandina cejna xwe, dîsa jî ew ne pir şad û kêfxweş bûn, û beşekî mezin ji wan di agirdadan û şahiyên ku milîseyan serpereştiya wan dikir de beşdar nebûn, bi sedema berdewamkirina qirêjiyan di dermafê wan de, peydabûna heyamên perçifandin û kelkelê, tunebûna asa aramiyê û bêbaweriyê bi Destlatên Dagîrkeriyê; Û li nav Bajarê Efrînê  rûdanên şahiyane tune bûn, û herheft encûmenên xwecihî dûrî pêngavên hatine avêtin bûn, û Kurd bi cejna wan pîroz nekirin weke çawa pûtûpêdan daye “Bîranîna Şoreşê” û hatina meha “Rojiyê” pîroz kiriye.

Ev jî hin bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:

= Kuştina ciwanekî negîhayî:

Li roja Çarşemê piştî nîvro/îkindî 13.03.2024. Z, piştî ku bi fen bire çandingeha “Hec Ibrahîm” li ser riya Gundê Tilsilorê – Başûrê Bajarê Cindirêsê ya ku malbata kujer ji sala 2018an. Z ve dest daniye ser û tê de rûniştiye, “Yamên Ehmed Ibrahîm” ji xelkê Navça “Sincarê” – Idlibê rabû bi lêdana deh derbên kêrê ciwanê Kurd ê negîhayî “Ehmed Xalêd Me’imo/Malbata Medê /16/sal” şerjê kir, û termê wî di bîra avê ya çandingehê werkir; Û Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Cindirêsê” ragîhandin ku wan kujer girtiye.

Û li gor zelalkirina xwediyên kuştiyê vêguneh, bavê wî ji heyvekê ve kujer “Yamên” ji karê di nanpêjgeha xwe de qewitandibû, û tu pevçûn an dijmantî di nav herdiwan de tune bû; Û hûrgiliyên tewanê diyar dikin ku tewan bi mebest û rijdeke pişinde û bi pilan hatiye kirin, û gûmanê çêdikin ku bêtirî kesekî tê de pişikdar/beşdar bûye.

Kujer gihîştî ye û nêzîkî Milîseyên “Nûr El’dîn Zenkî” ye, û gûman heye ku wî di nav refên wê de -weke leşker- kar dikir, û ev salix ji ser hate rakirin da ku li pêş dadgeha leşkerî netê dadgehkirin, û bo Hepsa “Maratê” ya navendî hate guhestin, û dê û bav û birayên wî jî di cihekî nenas de hatin veşartin.

Û xelkê Cindirêsê û Efrînê û tevahiya Kurdên Sûriyê li hundir û derve nûçeya şehîdbûna “Ehmed” ê negîhayî bi xemgînî û şermezarkirineke pir mezin pêşewaz kir, û bi hezaran ji wan di oxirkirina termê wî û xwepêşandanên pirotestokirinê yên gelek welatên Ewropî de pişikdar bûn; Û piştî derxistina termê wî ji bîrê, Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” girseya xwepêşandêran ji pêş biryargeha xwe bi avêtina qurşînan bi ezmên de û karanîna bombeyên dûmanî ji hev belav kir.

= Pakrewanbûna temenmezinekê:

Li 09.03.2024. Z, Artêşa Sûriyê û hevalbendên wê Gundê “Kibêşînê” – Çiyayê Lêlûn ya ku Milîseyên “Feyleq El’şam” desteser dikin topebaran kir, ji ber wê avêjtekin li maleke gund û makînak biçûk e hilgêran ketin, û di encamê de temenmezina Kurd “Erîfe Cimo Heyder /70/sal” şehîd ket, û hin din jî “Heyder Ebdo Heyder/80/sal, Cim’e Ebdo Heyder kurê Heyder/30/sal, Erîfe keça Cim’e Heyder/9/sal” bi awakî têvel birîndar bûn.

= Pakrewanbûna Xortekî:

Li 17.03.2024. Z, di encama topebarankirina Artêşa Turkiyê û milîseyên wê ji derdora Bajarê Tilrif’etê re – Bakurê Sûriyê (yê tijî koçberên zorane yên Efrînê), xort “Elî Ebid El’rehman Mihemed /18/sal” ji xelkê Gundê “Gemrûkê” – Navça Mabeta şehîd ket, û Hemwelatî “Mihemed Sebrî Xalêd /44/sal” ji xelkê Gundê “Qopê/Hemşelekê” – Navça Reco birîndar bû.

 

= Mirina temenmezinekî ji kerba re:

Piştî ku Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” temenmezin “Arêf Umer Mihemed /65/sal” ji xelkê Gundê “Eşûnê” – Navça Bilbilê agahdar kir, ku divê destê xwe ji ser “rezê tirî” yê birayê xwe yê zorane koçberbûyî rake, bi ser ku wî ji şeş salan ve bi rêve dibir û vêrgî jî didan, ji ber wê bi celta ket, û li 02.03. 2024. Z jiyana xwe ji dest da.

= Lêdana ciwanekî negîhayî bi kêrê:

Li êvara Înê 15.03. 2024. Z, giropeke xortan ji anîndeyan bi kêrê li lingê ciwanê Kurd ê negîhayî “Rodî Mihemed Çeqel /16/sal” ji xelkê Bajarê Cindirêsê xist, li Kolana vêlat – Bajarê Efrînê, Taxa ku Milîseyên “Ehrar El’şerqiyê” têde çalak, û ew di nexweşxaneyekê de hate dermankirin.

= Ferekirina Gundê “Besme” yê niştecîkirinê:

Li 10.03.2024. Z, “Komela Destên Sipî/Cemiyit El’eyadî El’beyda’i” vekirina /80/perçemalî/şiqe yên niştecîbûnê yên nû -di nav pirojeya Gundê “Besme” yê niştecîkirinê yê nimûneyî de- ragîhand, û komelê li 09.09.2023. Z belav kir, ku wê ji dema destpêkirina pirojeya Gundê “Besme” ve, avakirina /30/ yekîneyên niştecîbûnê = 360 perçemalî/şiqeyî bi dawî kiriye, û ta niha kar tê de berdewam e, û bi pereyên “Komela jiyankirina bi rûmet/El’eyş bîkerame – Felestîn 48”, a ku hesabekî xwe ji bo komkirina alîkariyan li ba Bengê “Hapo’alîm/Hapoalim” ê Isra’îlî vekiriye.

= Girtinine bêsûcane:

Destlatên dagîrkeriyê ev girtin:

– Ji dora heyvekê ve, Hemwelatî “Ebdela El’ferec kurê Reşîd /55/sal” û kurên wî “Ehmed, Reşîd, Ebid El’rehman, Ebdo – zarokekî pola şeşê” ji pêkhateya Ereb/Gundê “Tiltewîlê” – Bakur Rojavayê Bajarê Efrînê, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Efrînê” ve, bi tewanbariya/tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, û ta niha bêsûcane girtî ne; Herweha jî milîseyan dest danî ser “makînakê, tirektoreke çandiniyê, kilfetoreke ajotinê û du matorên dutekerî” yên malbatê.

– Li 20.03.2024. Z, Hemwelatî “Şahîn Sefer Seydo /45/sal” ji xelkê Gundê “Kosa”, bi behaneya pevçûnekê di navêna kurên wî û kurên anîndeyekî di dibistana gund de, li ser neradestkirina wî vêrgiya zêtê zeytûna ji berpirsiyarê gund re – Milîseyên “Feyleq El’şam”, û bo navenda Navça Bilbilê hate birin.

= Geregoşî û serberdayetî:

– Li êvara 22.03.2024. Z, pevçûnin di navêna du giropên çekdar ji Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” de derketin, di encama nelihevkirinê li ser belavkirina malina di pirojeya “El’emel 2” ya niştecîkirinê de/Çiyayê Turindê, cîgeha derbasgeha Bakur ji Çandingeha “Gobelê” ya girêdayî Gundê “Cilbirê” – Robariya, û di encamê de endamek hate kuştin û sisê din jî birîndar bûn.

= Binpêkirinine din:

– Li 14.03.2024. Z, anîndeyin ji Bajaroka “Encarê” (Gundewarê Heleb ê Rojava) /8/ darên gûzê yên temen bêtirî /25/salan, yên Hemwelatî “Necîb Nûrî” ji Gundê “Gewrika” – Navça Cindirêsê, yê ku Mlîseyên “Firqit El’hemzat”desteser dikin, ji bo êzingkirin û bazirganiyê qut kirin.

Zincîra tewanên lêxistina bi kêran ji ciwanên Kurd re di navboriya kêmtirî heyvekê de, asta kîndarî û zikreşiya ku di nav hêzên Dagîrkeriya Turkiyê û Milîseyên Sûrî û civaka derdorê de belavkirî aşkere dike, û armanc jê çêkirina veçekandinekê û peydakirina tirs û xofekê ji Kurdan re ye, ji bo koçberkirina zaro û kêmrûmetkirina wan.

23.03.2024. Z

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

 Pakrewanê ciwan ê Kurd ê negîhayî “Ehmed Xalêd Me’imo/Malbata Medê”, Cindirês 13.03.2024. Z.

 Kujer “Yamên Ehmed Ibrahîm”.

 Topebarankirina G.”Kibêşînê” – Çiyayê Lêlûn, Pakrewana temenmezin ya Kurd “Erîfe Cimo Heyder” û yên birîndar “Heyder Ebdo Heyder, Erîfe Cum’e Heyder”.

– Pakrewanê ciwan ê Kurd “Elî Ebid El’rehman Mihemed”, Til’rif’et 17.03.2024. Z.

 Birîndar “Mihemed Sebrî Xalêd”, Til’rif’et 17.03.2024. Z.

 Temenmezinê Dilovanber “Arêf Umer Mihemed”.

 Birîndarê negîhayî “Rodî Mihemed Çeqel”, 15.03.2024. Z.

 Ferekirina G. “Besme” yê niştecîkirinê yê nimûneyî, vekirina /80/ perçemalî/şiqe yên niştebûnê, 10.03.2024. Z.

———–

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-282-23-03-2024-PDF

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin