Efrîn di bin dagîrkeriyê de (186)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (186)

.

A+A-

Gundê “Mist’eşûra” desteserkirin û vêrgî û qutkirina daristanan, birîndarbûna sivîlekî bi teqîna bombeyekê, birîndarbûna zarokina li Bajarê “Tilrif’etê”, girtinên bêsûcane, qutkirina daristanan.

Bi hewildanên “Şêx Ûsame Elrîfa’î” serokê “Encûmena Islamî ya Sûrî – Istenbûl” û bi rêdanekê ji milîseyan ve, komîteyeke dadgehkirina rewayî” hate çêkirin, da ku binpêkirin û tewanên ku pê “Mihemed Elcasêm (Ebû Emşe) – serkêşê Milîseyên Firqit Elsilêman Şah” hatiye tewanbarkirin bişopîne, û gizgizî û nakokiya di navêna wî û giropa “Odeya El’ezim” de çareser bike, û ne ji bo mafên xelkê “Şiyê” û gundên wê yên ku kiryarên kirêt di dermafê wan de hatine kirin vegerîne; Komîte li 16.2.2022an Z bi kaxezekê derket, tê de mikûr dike ku bînerdar û gilîpêşkêşker tûşî gef û guran hatine,  “dozên” ku li dijî “Elcasêm” hatine rakirin diçespîne, û  bidûrxistina “Ebû Emşe” û hin hevalên wî ji istubariyên ku pê hatine hilpesartin daxwaz dike; Ji ber wê jî devavêtin di nav hevrikan de hate nûkirin, ta ku  Istîxbaratên Turkiyê (xwediyê gotina dawiyê) – li gor alavine ragîhandinî yen xwecihî – destêwerdan kirin, da ku “El,emşe” di ciyê wî de bimîne, û doseya giliyên li dijê vebûne jî were girtin.

Vaye li jêr jî hin binpêkirin û tewanên hatine kirin:

= G. “Mist’eşûra”:

“G.”Mist’eşûra” – N.Mabeta.”

Bi Navça Mabeta ve girêdayî ye, /15/K.M ji navenda wê dûr e, ji dora /65/malan pêkhatî ye, li berî dagîrkeriyê dora/400/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen tê de bûn, jê dora/35malbat=125nişte/li gund man, û dora/10malbat=60nişte/ji anîndeyan tê de hatin niştecîkirin.

Milîseyên “Lîwa’i Mihemed Elfatêh” ên ku Mala “Ehmed Ezîz” ji xwe re kirine biryargeheke leşkerî gund desteser dikin; Dest danîn ser malên hemwelatiyên ku bi zorê hatine koçberkirin; Û tiştmiştên wan malên dest danîne ser, û ji malên din jî  xwarinvexwarin, firaxên baqirî, cerên gazê, alav û amûrên elektirîkê û hin tiştên din dizîn, û herweha  guheztok (tirans) û keblên toreya elektirîkê ya giştî dizîn.

Û weha jî dest danîn ser avahiya Guvêşgeha zeytûna ya “Hec Mistefa Mistefa” û kirin navenda bazirganiya êzingan, û /50%/vêrgî li ser berhema dora /4500/darî zeytûn, gûz, simaq û tirî yên malbatên koçberbûyî “Hemûş, Mistê Gulê, Mistê Kerê” ferz dikin, û weha jî /5-15/% li ser werzên (mûsim) ên hemwelatiyên mane.

Herweha cîgehên dîrokî “Qişlê – Başûrê gund, Hêrik – Rojhilat û Bakurê gund” ji bo lêgerîna li kevneşopan û dizîna wan kolan û tevdan, û ji bo êzingkirin û bazirganiyê, daristanên sindiyan û sinoberê yên xwezayî yên li dor gund “Şeqdirêj, Cirnê Dodim, Riya Goristanê…” bi alav û acetên giran, bi rengekî nêzegiştî qut kirin.

Û pîkaba Kiya ya “Mihemed Hemo”, dema ku li Berfenbara 2020an, li nêzîk Nexweşxana Dêrsim û li rex rêbendeke çekdar sekinîbû hate dizîn.

Û xelkê gund rastî rengereng binpêkirinan hatin, ji revandinê de bigir ta girtinên nesûcane, işkencekirin, peresitandin û hin din; Dora bîstan hatin girtin û baceyên diravî li ser hatin ferzkirin, jê “Ebid Elhemîd Mistefa kurê Hec Mistefa/40/sal” – yê ku ji Havîna 2018an Z  ve zorane hatiye veşartin û piştî sê salan hatiye berdan, û makîna wî jî jê hatiye standin.

= Teqîna bombeyeke zemînî bi hemwelatiyekî de, dema ku vedigerî cîwarên xwe:

Li Roja Duşemê 14.2.2022an Z, bombeyeke zemînî ji bermayên şer, di navêna gundên “Soxanekê û Kîmarê” de – Çiyayê Lêlûn/Şêrewa, bi hemwelatî “Mistefa Mistefa Ereb/53/sal” ji xelkê Bajarê Efrînê de teqiya, di dema ku ew di riyên bi dizî re ji Heleb vedigeriya Efrînê, ji ber ku hemî derbasgehên di navêna herdu bajaran de ji aliyê Dagîrkeriya Turkiyê ji alîkî ve, û Rijîma Sûriyê ji aliyê din ve girtî ne; Û di encamê de pir birîndar bû, lingê çepê di bin kabê re qut bû, ziyaneke mezin jî gihîşte destê rastê, û niha di nexweşxaneyeke Helebê de tê dermankirin.

= Topebarankirina B.”Tilrif’etê” û birîndarbûna hin sivîlan:

Li Roja Sêşemê 15.2.2022an Z, di çarçewa pevçûnên di navêna herêmên di bin desteseriya Artêşa Sûriyê û herêmên Dagîrkeriya Turkiyê de, Artêşa Turkiyê li piştî Nîvro û bi Şev B. Tilrif’etê yê tijî Koçberên Efrînê bombebaran kir, û di encamê de ziyanin şênberî çêbûn, û jinek û çar zarok “Nîroz Mihemed Çelebî/38/sal, Îbrahîm Mihemed Ebdo/6/sal, Sîpan Mistefa Bekir/9/sal, Elî Ebdo/13/sal, Zîlan Arêf Qasêm/8/sal” ji xelkê Efrînê tonbiton birîndar bûn.

“Zarokine birîndar li B.”Tilrif’etê”.”

= Girtinên bêsûcane:

Destlatên Dagîrkeriyê ev girtin:

 Ji dora meh û nîvekî ve Hemwelatî “Mihemed Hemo kurê Mihemed Çavreş/57/sal” ji xelkê Gundê “Çiyê” -yê li B.Efrînê rûniştî û li Taxa Eşrefiyê dîkanê tişmiştên malan vekirî- ji aliyê “Asayêşa Sivîl li Reco” ve, bi tewanbariya têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, piştî  lêvegera wî ji biryargeha asayêşê re, di çarçewa lêkolînên ku bi /25/malbatên ku gilî pêşkêş kirine û dixwazin vegerin gundê xwe de, gundê ku bi sedema avakirina bargeheke leşkerî ye Turkî tê de ji Avdara 2018an ve, ji hemî nişteciyên xwe hatiye valakirin.

 Li 9.2.2022an Z, Hemwelatî “Mehmûd Reşîd Ebdo” ji xelkê Gundê “Gemrûkê” – Navça Mabeta (yê ku li B.Efrînê – Taxa Eşrefiyê rûniştî), bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re; Û li 13.2.2022an Z, piştî ferzkirina sezayine diravî û reşwetên mezin li ser hate berdan.

 Li 12.2.2022an Z, Hemwelatî “Ezîz Mihemed Me’imo/30/sal” ji xelkê Gundê “Kêla” – Navça Bilbilê, ji aliyê Rêbenda Ewlehî ve (ya li Derbasgeha Efrînê – Taxa Mehmûdiyê), li dema ku ji bajêr vedigerî gund, û bo Biryargeha “Siyasiyê – Istîxbaratên Turkiyê” hate birin, û ta niha çarenûsa wî ne diyar e.

 Li 13.2.2022an Z, Xort “Nêçîrvan Emîn Menan /30/sal” ji xelkê G.”Gemrûkê” – N.Mabeta – yê li B.Istenbûlê rûniştî, ji aliyê Ewlehiya Turkî ve, bi tewanbariya têkeliyê bi R.X a berê re, û bi gerantiyeke diravî li 16.2.2022an Z hate berdan.

 Li 16.2.2022an Z, Hemwelatî “Şakêr Şêxo Şêxo/35/sal” ji xelkê Gundê “Celemê” – Navça Cindirêsê, ji aliyê Milîseyên “Feyleq Elşam” ve, û ta niha çarenûsa wî ne xuya ye.

= Wêrankirina daristanan û qutkirina daran:

Bi beramberkirina du wêneyên ku ji aliyê Gogêl Êrs ve (Avrêla 2016an Z berî dagîrkirin û qutkirinê, Tebaxa 2020an Z piştî dagîrkirin û qutkirinê), ji daristaneke îhracê re( ye ku li sala 1980 Z li Cîgeha “Deveyol= Merwaniyê” – Navça Cindirêsê, bi rûberiya dora/50/î hiktarî hatiye çandin), em dibînin ku rêjeya qutkirinê ji wê daristanê re ji bo êzingkirin û bazirganiyê 40% derbas dike, û bi taybetî jî ku ji dora du sal û nîvan ve û ta roja îro qutkirin berdewam e.

“Du wêneyên daristana Cîgeha “Deveyûlê=Merwaniyê” – N.Cindirêsê, li (Avrêla 2016an Z berî dagîrkirin û qutkirinê, Tebaxa 2020an Z piştî dagîrkirin û qutkirinê).”

Û herweha jî di navêna du wêneyên  daristaneke îhracê de (Avrêla 2016an Z berî dagîrkirin û qutkirinê, Rezbera 2019an Z piştî dagîrkirin û qutkirinê) ye li sala 1980 Z li Cîgeha Çiyayê Hemamê – N.Cindirêsê hatiye çandin, tê xuyakirin ku çawa dora /8/hiktaran ji wê daristanê ji bo avakirina bargeheke leşkerî ye Turkî hatiye rêşkirin.

“Du wêneyên daristaneke Îhracê – ye ku li sala 1980 Z li Cîgeha Çiyayê Hemamê – Navça Cindirêsê hatiye çandin, li (Avrêla 2016an Z berî dagîrkirin û qutkirinê, Rezbera 2019an Z piştî dagîrkirin û qutkirinê).”

Û ji aliyekî din ve, li vê dawiyê milîseyan /20/ darên zeytûnê yên temenmezin ên Hemwelatî “Fayêq Sîdo” li Gundê “Qîlê” – N.Cindirêsê, bi şêwakî bêwijdan û hovane qut kirin.

= Tevlihevî û serberdayetî:

 Li 15.2.2022an Z, giropeke çekdar di otombîlekê de bû, tibabeke sergirtî ji teqîneran -weke ku baqir be- dan zarokine anîndeyan en ku li Gundê “Qijûma” – N.Cindirêsê di komkirina hesinmesinên çekirî de kar dikirin, û dema ku wan ew vekir, bi wan ve teqiya, û sisê ji wan birîndar kirin.

 Alavine ragîhandinî yen rikber en xwecihî nûçeyek li ser kuştina “Meysa’i El’ubêd – a di dehsala xwe ya sisiyan de” li navenda Navça Şiyê belav kir, û diyar kirin ku ew ji anîndeyan e û hewiya keça “Mihemed Elcasêm – Ebû Emşe” ye, û weha jî wêneyek ji rapora bijîşkê rewayî belav kir;  Rapor di 11.2.2022an Z de hatibû terxandin, û aşkere kiribû ku terma wê di “Nexweşxana Leşkerî ya Turkî” li Cindirêsê de ye, û birînin derbasbûyî di sîng de û hin din kûr jî di serî de hene.

Binpêkirin û tewanên ku li Efrînê dibin ne tenê di “Ebû Emşe” û hevalên wî de dorpêçkirî ne, ew bi rengekî fere ji aliyê hemî milîseyên bi Hemahengiya Sûrî – Ixwanî ve girêdayî û bi ser Turkiyê ve, di bin serpereştiya istîxbaratên wê de têne kirin, û çêkirina komîtan, redkirina hin zordariyan, hin çalakiyên cîlawkirinê û daxuyanên nerast nikanin wan tewanan veşêrin û bincil bikin.

20.02.2022an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

– G.”Mist’eşûra” – N.Mabeta.

– Zarokine birîndar li B.”Tilrif’etê”.

– Du wêneyên daristana Cîgeha “Deveyûlê=Merwaniyê” – N.Cindirêsê, li (Avrêla 2016an Z berî dagîrkirin û qutkirinê, Tebaxa 2020an Z piştî dagîrkirin û qutkirinê).

– Du wêneyên daristaneke Îhracê – ye ku li sala 1980 Z li Cîgeha Çiyayê Hemamê – Navça Cindirêsê hatiye çandin, li (Avrêla 2016an Z berî dagîrkirin û qutkirinê, Rezbera 2019an Z piştî dagîrkirin û qutkirinê).

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (185)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (184)

Bixwîne: EFRÎN di bin Dagirkerîyê de (183)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (181)

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin