Efrîn | Çekdarên girêdayî Tirkiyê 20 welatî revandin

Efrîn | Çekdarên girêdayî Tirkiyê 20 welatî revandin

.

A+A-

Çekdarên girêdayî Tirkiyê zêdetirî 20 welatî, di nav de jin, zarok û kesên temenmezin jî hene revandin. 

Li gorî Tora çalakvanên Efrînê ragihandin, çekdaran herî dawî zêdetirî 20 welatî di nav de jin, zarok û kesên temenmezin jî hene, li Efrînê revandin.

Hat eşkerekirin ku li gundê Şêxûrzê yê navçeya Bilbilê welatiyê bi navê Delîl Henan Henîf, li gundê Dîkê yê Bilbilê welatiyê temenmezin ê bi navê Şêxo Hemo yê 66 salî û welatiyê bi navê Selah Reşîd Hemo yê 39 salî, li gundê Mariska yê Navçeya Şera welatiyên bi navê Eryan Mehmûd Xelîl û Ehmed Beşîr Xelîl û li gundê Fafirtîn yê Şêrawa welatiyên bi navên Omer Munzur Omer û Hisên Omer Zêne revandin.

Herwiha çekdaran li gundê Kurzêlê yê Şêrawa jî girtin ser malan û hejmarek welatî bi lêdan û îşkenceyê revandin,

Ji hin kesên hatine revandin navên wan ev in:

Mehmûd Mihemed Îbo
Ebdilrehman Mihemed Îbo
Mihemed Arif Osman
Hesen Salih Osman
Mistefa Nûrî Hec Hesen
Nedîm Osman Ebdo

Li gundê Basûtê yê navçeya Şêrawa jî çekdaran 5 welatî revandin.

Navên kesên hatine revandin wiha ne:

Ciwan Omer yê 38 salî
Şêrvan Xelîl yê 27 salî
Ebdilrehman Nûrî yê 28 salî
Fethî Qaso yê 35 salî
Mihemed Silêman Îbo yê 27 salî

Li gor Tora Çalakvanên Efrînê destnîşan kirin, çeteyan di nava hefteya borî de 43 welatî li Efrînê revandin.

Li gundê Sorka yê navçeya Raco çekdaran zarokê bi navê Remzî Gêlo yê 16 salî revandin û di berdêla berdana wî de pere ji malata wî xwestin.

Li gundê Mîdan Ekbez yê Raco jî keça bi navê Nûr Şewket Hemo yê 16 salî revandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin