Efrîn | 5 kesên din hatin revandin

Efrîn | 5 kesên din hatin revandin

.

A+A-

 Li Efrînê, çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê, 5 kesên din ji gundê Îska revandin.

Li gor Rêxistina Mafên Mirova ya li Efrînê belav kir, çekdarên koma Feyleq El-Şamê roja 21 û 23 vê mehê bi ser gundê Îska ya navçeyan Şêrewa de girt û 5 kes revandin.

Herwiha navê kesên hatine revandin wiha ne: Şiyar Ehmed Şêxo Mistefa, Fîras Mistefa Kêfo, Rodî Rifet Kêfo, Hemîde Mihemed Mistefa û Waêl Yûsif Tirk.

Rêxistina Mafên Mirovan eşkere kir, wê koma çekdar di çend mehên borî de 13 kes ji gundê Îska revandine û heta niha çarenivîsa 9 kesan ji wan ne diyar e.

Kesên ku çarenivîsa wan ne diyar in: Ehmed Yûsif Husên, Silêman Zekî Mistefa, Nîdal Mihemed Nor Kêfo, Deştî Ezîz Birîmo, Ismet Hesen Birîmo, Eymen Mihemed Elî Kêfo, Omer û Ziyad Hemo Cemlo.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin