Ebdulwehab Xelîl: Hevdîtina HSD û Şamê berdewamiya pêvajoyê ye

Ebdulwehab Xelîl: Hevdîtina HSD û Şamê berdewamiya pêvajoyê ye

.

A+A-

Birêvebirê Pêwendiyên Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) yê li Şamê Ebdulwehab Xelîl civîna îro ya şandeya HSD û Sûriyeyê wekî pêşketineke erênî bi nav kir.

Ebdulwehab Xelîl derbarê civîna îro ya di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de ji Rûdawê re axivî.

Şandeya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji Fermandarê Giştî Mezlûm Ebdî û endamên Fermandariya Giştî Sozdar Hacî û Sîpan Hemoyê pêk dihat.

Her wiha hat diyarkirin ku Fermandarê Operasyona Biryardariya Xwezayî Kevin J. Lambert jî beşdarî civînê bûye.

Xelîl diyar kir ku her du alî hewl didin bi rêya diyalogê bigihin çareseriyekê û ev yek wekî "pêşketineke erênî" bi nav kir.

Ebdulwehab Xelîl eşkere kir ku di civînê de bi taybetî rewşa leşkerî, mekanîzmaya wê û xalên hevpar hatine nîqaşkirin.

Xelîl da zanîn ku ev hevdîtin bi serkêşiya Amerîkayê pêk hatiye û got, "Her du teref gihîştine wê qenaetê ku piştî 14 salan gerek çareseriyeke siyasî were dîtin. Ev hevdîtin berdewamiya civînên berê ne."

"Rûniştina li ser heman maseyê nîşaneya berdewamiya peymanê ye"

Li gorî gotinên Xelîl, her çi qas di civîna îro de ti protokoleke fermî nehatibe îmzekirin jî, rûniştina li ser heman maseyê nîşaneya berdewamiya peymanê ye.

“Di rojên pêş de dê civînên kûr bên kirin”

Xelîl destnîşan kir ku di qonaxên bê de dê li ser şiklê dewletê, mafên neteweyî, mafên pêkhateyan û sererastkirina ragihandina destûrî dan û standinên kûr werin kirin.

Birêvebirê Pêwendiyên MSDyê yê li Şamê di berdewamiyê de teqez kir ku ew wekî MSD piştgiriya her cure diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê dikin.

Ebdulwehab Xelîl di dawiyê jî de got,"Heger dan û standinek di navbera xelkê başûr, Durzî yan jî herêma sahîlê û Şamê de çêbibe, em piştgirî didinê çimkî diyalog rêya herî baş e.

Em bi hêvî ne ku ev pêvajo di demên bê de bi civînên nû bidome."

10ê Adara 2025an, şandeya hikûmeta Sûriyeyê ya bi serokatiya Ehmed Şer û Mezlûm Ebdî li hev civiyabûn û peymanek îmze kiribûn.

Li gorî agahiyên nûçegihana Rûdawê Vîviyan Fetahê civîna yekem a sala 2026an gumanên derbarê "destpêkirina şer" de pûç kirin.

Berê dihat îdiakirin ku bi dawîhatina sala 2025an re dê Peymana 10ê Adarê têk biçe û şer di navbera her du aliyan de derkeve.

Piştî çareserkirina mijara leşkerî, tê çaverêkirin ku alî li ser mijarên wekî asayîş, dahatên petrolê, deriyên sînorî, perwerde û xizmetguzariyên giştî nîqaşên cidî bikin.

Li gorî çavdêran, ev civîn rê li ber qonaxeke nû ya siyasî li Sûriyeyê vedike.

Şam: Hevdîtin dê berdewam bikin

Li gorî medyaya fermî ya Sûriyeyê, her du alî li ser berdewamiya civînan li hev kiriye.

Medyaya fermî ya Sûriyeyê ragihand ku civîna li Şamê bi beşdariya Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî birêve çûye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her du aliyan li ser wê yekê li hev kiriye ku civînên li Şamê bidomin.

Her wiha Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDyê Ferhad Şamî teqez kir ku mijara sereke ya civînê "tevlîbûna leşkerî" bûye. Ferhad Şamî ji ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da.

Ferhad Şamî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku civîna di navbera şandeyek ji fermandariya hêzên wan û berpirsên hikûmeta Şamê de bi dawî bûye.

Berpirsê HSDyê di daxuyaniyê de diyar kir ku hûrgilî û encamên civînê dê piştî temambûna şêwiran bi awayekî fermî ji raya giştî re bên ragihandin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin