Dukandar û bazirganên Wanê di rewşeke xerab de ne

Dukandar û bazirganên Wanê di rewşeke xerab de ne

.

A+A-

Wan mezintirîn bajarê serhedêye û aborîya Wanê li ser derîyê sînorî yê Îranê ye.Lê ji ber pandemiyê ev salek e ev deriyê sînorî gîrtiye û rewşa esnaf, dukandar, bazirgan û xwediyên otelan li Wanê gelek xirab e. Karsaz û esnaf dipirsin dibêjin çima deriyên her dewletî vekirîne yê Îranê girtîne.Di rewşa heyî de esnaf êdî nikarin berxwe bidin, çimkî di nav giştî dahata bajêer de dahata geştyarên Îranî ji bo xelkê bajêr ji sedî 67 e û ew dahat jî saleke hîç nayê. Ew bi hevre yekser daxwaza vekirîna derîye Îran û Wanê dikin.

Ji ber pandemiyê deriyên sînorî yên Tirkiyê yên bejayî û esmanî ji bo her dewletekî di meha Adara 2020an de hatibûn girtin hinek ji wan deriyan de jî hatin çûyîn hatibûn sînordarkirin û sê meh şûnde di Hezîranê de qedexe li ser riyan hatibû rakirin ew derî hatibûn vekirin, lê sê sînorên Tirkîyê û Îranê nehatibûn vekirin û ew sê derî hêj girtîne.

Dirêjaya sînorê Îran û Tirkiyê 500 kîlometre ye. Bi 285 kîlometreyi sînorê Îranê herî dirêj bi bajarê Wanê re ye û hatin û çûyina Îran û Wanê di deriyê Kapikoy re dihate kirin û di vî deriyê re beriya pandemiyê salane zêdetirî 500 hezar geştyarên Îranî dihatin Wanê lê ber nevebûna derî esnaf û otêlvanên Wanê di rewşek xirab de têkoşîna man û nemanê didin.

Serokê Jûra Bazirganî ya Wanê Necdet Takva dibêje: “Dikarim bejim ku di salekî de ji ber nehatina geştyarên Îranî Wanê herî kêm 400 milyon dolar zirar kirîye. Niha welatî dibêjin heroj 15 balafir ji Îranê ji Tebrîzê diçin metropolên wek Stenbol, Enqere û Antalyayê û dipirsin dibêjin ew nexweşî bi balafiran derbas nabe hema bi rêya bejayî derbas dibe.”

Wan bajarek turîzmê ye û di nav giştî dahata bajar de rêjeya dahata turîzmê ji bo Wanê ji sedî 67e. Lê ji ber sînordarkirinan û ji ber nevebûna deriyê Kapikoy yê Îran û Wanê otêlên Wanê vala mane. Halis Ronay ji wan otêlvanên yek e her gotinek wî dibe belgeyên rewşa heyî.

Xwediyê otelê Halis Ronay dibêje: “Ka dê çawa be. Hema bila dewlet bersiva me bide. Em çareseriyekî dixwazin. Eger wiha dewam bike 2-3 mehên din herkese otêlên xwe bigrin,restoran û kafeyên xwe bigrin û biçin malen xwe. Ka biçin malê dê çi bikin, çi bixwin.”

Li Tirkiyê 39 deriyên bejayî û 64 ji deriyên esmanî yên gumrukê hene. Di rewşa heyî de her çendî deriyên tTrkiyê û Îranê girtibûn jî bi geştên esmanî rojane deh balafir berdewam di nav Tirkiyê Îranê de geştê dikin. Otêlvan û esnafên Wanê jî tu wateyekê nadin wê rewşê.

Otêlvan Reşat Yeşilagaç jî wiha axivî: “Ev nêzîkî salek e 15 otêl li Wanê hatine girtin. Ji van 15 otêlan dehê wan tam hatin girtin yanî îflas kirin. Eger ku deriyê sînorî venebe ev reqem dê bibe 20 otêl 25 otêl.”

Pêlavfiros Halil Îlerî jî got: “Jixwe debara însanên vira girêdayî sînor bû. Xelk bi rastî jî di rewşek xirab de ye. Em dixwazin dewleta me desten xwe bavêje vî kare deriyê sînorî were vekirin.”

Esnaf bazirgan û otêlvanên Wanê çeverê ne ku hikûmeta di Newrozê de surprîzek  ji wan re bike û deriyên sînorî yên Îran û Tirkiyê carek din werin vekirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin