Dukandar û bazariyan li Kurdistanê man girtin

Dukandar û bazariyan li Kurdistanê man girtin

.

A+A-

Piştî bangewaziya 6 hizbên Rojhilatê Kurdistanê derheq mangirtina giştî li Rojhelatê Kurdistanê di 25ê Xermananê de, dukandar û bazariyên çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê man girtin û dukanên xwe daxistin.


Îro roja Şemî 25ê Xermananê, xelkê bi helwêst li bajarên Merîwan, Sine, Bane, Bokan, Şino û Seqizê û çendîn bajarên din bi hilkefta salvegera şehîdkirina Jîna Emînî ji aliyê serkutkarên rejîma Îranê ve man girtin û dukan û bazariyên xwe daxistin.


Hatiye zanîn ku rejîmê bajarê Seqizê bi tevahî mîlîtarîze kiriye û ji tirsa rabûna xelkê ve şeqam û kolan û bi taybet derdora goristana Ayçiya vî bajarî hêzên serkutkar cihgir kiriye.

 

Çavkanî: Kurdistan Media

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin