
Dujarric: Em ji rewşa Helebê agahdar in
.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser şer û aloziya li taxên Kurdan ên Helebê û got, "Em ji rageşiya li Helebê agahdar in, em hemû aliyan teşwîq dikin ku diyalogê bikin."
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric li ser şer û aloziya li taxên Şêx Meqsûd, Heleb û Benî Zeydê bersiva Birêvebirê Ofîsa Rûdawê ya New Yorkê Namo Ebdulla da
Stephane Dujarric got, "Me ew raporên li ser zêdebûna rageşiyê dîtin.
Her wiha em ji raporên nebûna pêşveçûnê ya di navbera hikûmetê (Sûriye) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de agahdar in."
Îro li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê di navbera hêzên ser bi hikûmeta Sûriyeyê û HSDyê de şer û alozî derket.
Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) a Helebê ya ser bi Rêveberiya Xweser ragihand, "4 kesan canê xwe ji dest daye û 30 kes jî birîndar bûne."
Asayîşê komên ser bi Hikûmeta Sûriyeyê tohmetbar kir ku bi "tank, top û katyûşayan" êrişeke berfireh birine ser sê taxên bajêr ku zêdetirî 600 hezar sivîl lê dijîn.
Li ser rola NYyê ya di dan û standinên navbera HSD û Hikûmeta Sûriyeyê de, Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYyê got:
"Em dê li ser tiştên ku me kirine berdewam bikin. Ji bo teşwîqkirina aliyan a ji bo domandina diyalogê çi ji destê me were em dê bikin."
Dujarric her wiha got, "Ew pêngav (dan û standin) pêwîstî bi yekxistina dezgehên ewlehiyê heye, ev jî ji bo berjewendiya hemû Sûriyan e.
Em jî dê her tim amade bin ku di wê arasteyê de bixebitin."
Berpirsên Rêveberiya Xweser, komên ser bi hikûmetê bi binpêkirina rêkeftina li gel Hikûmeta Sûriyeyê tohmetbar dikin.
Rêveberiya Xweser ragihand, "Komên ser bi Hikûmeta Şamê bi hemû cureyên çekên giran (tank, topên giran, mûşekavêjên grad û katyûşa, hawan û doçka) êrişî taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Benî Zeydê kiriye."
Li hember vê yekê Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê "HSD"yê bi zêdekirina rageşiyê û êrişkirinê tohmetbar kir û ragihand ku di refên artêşê de leşkerek hatiye kuştin û 5 leşker jî birîndar bûne.
Li gorî wezaretê, di encama topbarana HSDyê ya li ser taxên di bin kontrola hikûmetê de (wekî Meydan), 3 sivîl hatine kuştin û 12 kes jî birîndar bûne.
Her wiha Hevserokê Encûmena Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê Nûrî Şêxo ji Rûdawê re ragihand ku hemû cureyên çekên giran ji aliyê hêzên ser bi Şamê ve li dijî Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê tên bikaranîn.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYyê li ser xwenîşandanên Îranê jî got:
"Di derbirîna dilgiraniya Sekreterê Giştî yên derbarê tundiya ku me dît, kuştinên ku me dîtin û nebûna şiyana xelkê ya ji bo ku bikarin bi awayekî azad û aştiyane nêrîna xwe bînin ziman de em gelekî zelal bûn."
Pirsên Rûdawê û bersivên Stephane Dujarric:
Rûdaw: Du pirsên min hene. Yek li ser Sûriyeyê ye; rageşiya navbera HSD û hêzên hikûmetê li Helebê zêde bûye, behsa wê yekê tê kirin ku 4 kesan li wir canê xwe ji dest daye. Gelo te ev rapor dîtine? Sekreterê Giştî difikire ku divê di vî warî de çi were kirin? Gelo NY ji bo aramkirina rewşê ti rolekê dilîze?
Stephane Dujarric: Me ew raporên li ser zêdebûna rageşiyê dîtin. Her wiha me raporên li ser nebûna pêşveçûnê di dan û standinên navbera hikûmetê û HSDyê de dîtin. Ez difikirim ku em dê li ser tiştên ku ji destê me tên berdewam bin da ku aliyan teşwîq bikin ku diyalogê bidomînin. Mebesta min ew e, ev tiştek e ku pêwîstî bi yekxistina dezgehên ewlehiyê heye ji bo berjewendiya hemû Sûriyan. Em jî dê her tim amade bin ku di wê arasteyê de bixebitin.
Rûdaw: Li ser Îranê; li gorî rêxistinên mafên mirovan, di pevçûnên navbera xwenîşander û hêzên ewlehiyê de 19 kesan canê xwe ji dest daye. Rêxistina Mafên Mirovan a "Hengaw"ê ku navenda wê li Osloyê ye, dibêje ji wan 19 kesên hatine kuştin, 16 ji wab Kurd in û xelkê Îlamê ne ku parêzgeheke piraniya wê Kurd e. Li gorî nêrîna we, çima her tim rageşî li van welatên Rojhilata Navîn zêde dibin û wisa xuya dike ku neteweyeke wekî Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve dibin armanc?
Stephane Dujarric: Bi rastî ez nikarim bersiva wê pirsa te ya dawî bidim. Ez difikirim ku doh em di derbirîna dilgiraniya Sekreterê Giştî yên derbarê wê tundiya ku me dît de gelekî zelal bûn. Li gel kuştina xelkê, nebûna şiyana xelkê ya ji bo ku bi awayekî azad û aştiyane nêrîna xwe bînin ziman. Ez difikirim ku eger em li gotinên min ên doh binêrin, ew peyam hîn jî wekî xwe ne. Bi qasî ku ez dizanim, me li gelek herêmên cuda yên Komara Îslamî ya Îranê xwenîşandan dîtin. Dibe ku niştecihên hinek ji wan herêman kêmîne bin, lê derbarê beşa dawî ya pirsa te de, ez bi rastî ne di wê pêgehê de me ku bikarim bersivê bidim.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin