Siddik Bozarslan

Siddik Bozarslan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Du Kurd

A+A-


Di dîroka Kurdistanê da, di çarîka ewil ya Sedsala Bîstan da, du kes / mirov girîng in. Abdurrezak Bedirxan (1864-1918) û Abdusselam Barzanî II. (1868-1914). Jibo kurdan zanîna fikrên wan du kesan, hewildanên wan girîng in. 


Di derbarê fikir û hewildanên Abdusselam Barzanî da hin haydarî hatibû dayîn ku ew haydarî, ji nivîsara Prof. Dr. Kadri Yıldırım fêdeyê wergirtibû ku me di nivîsara berê da dabû.
Kitêbek bi navê Otobiyopgrafya Abdurrezak Bedirxan, heye. Prof Dr. Celîlê Celîl, vê kitêbe ji rusî wergerandîye kurdî (kurmancî). Hasan Cuni jî wê ji kurdî wergerandîy bo tirkî. (Peri Y. Kasım 2000, İstanbul) Alîyeke kitêbê tirkî ye û alîyê dî kurdî ye. Her du beş jî 78 rûpel in. 
Di vê kitêbê da du nivîsarên Abdurrezak Bedirxan cî girtine. Di van nivîsaran da, hin analiz / nirxandin jibo salên 1910-1916 hatine kirin. Mamosta Celîl, daye zanîn ku ew dema di Arşiva Rusî da lêkolîn kirîye, ew rastê wan nivîsaran hatîye. 


Mamosta Celîl, jibo kitêbê pêşgotinek nivîsîye û daye zanîn ku Abdurrezak Bedirxan, mirovekî piralî yê zîrek bûye. Qebîlîyetên wî hatine rêzkirin ku ew wek diplomat, rewşenbîr û şorişgirekî neteweevîn / neteweperwer bûye. Mamosta Celîl pêşnîyaz dike ku di derbarê Abdurrezak Bedirxan da di Arşiva Rusî da gelek belgeyên / wesîqeyên girîng hene ku divê kurd li ser wan lêkolînan çêkin da ku bikaribin fikir û hewildanên wî hîn bibin. 
Abdurrezak Bedirxan, li Stanbulê perwerdeyeke taybetî dîtîye. Yek ji wan mamostayê wî yê taybetî Hacî Qadirê Koyî (1817-1897) ye ku Celadet Bedirxan wî wek Xanîyê II.yemîn binav kirîye. Abdurrezak Bedirxan, pir ji şexsîyeta Hacî Qadîrê Koyî ya neteweevînî û kurdevînîyê tesîr girtîye. Mamosta Kadrî, di Kitêba Xanîyê Duyem (Avesta Y. 2016 Îstanbul) da,vê babetê bi hûrgilî daye zanîn. Alîyeke vê kirêbê kurdî ye û alîyek jî tirkî ye.


Hatîye zanîn ku ew di perwerdeyîya xwe ya taybetî da ji dervayê zimanêdayîkê kurdî, tirkî, fransî, farisî, erebî jî hîn bûye. Ji ber têkilîyên wî yên Malbata Bedirxanîyan û rawestina Sultan Abdulhamid li dijî wan, ew nikaribûye here Ewrupa û li wir perwerde bibe. Wî di Wezareta Derve da kar / xebat dîtîye. Li Balyozxaneyên Îranê û Rusyayê xebitîye. 


Abdurrezak Bedirxan, di wê zanînê û têgihîştinê da bûye ku mafên kurdan yên neteweyî û demokratik hatine xespkirin, ku wan mafan ji civata kurdîtîyê, ji neteweyê kurdbûnê peyda bûne, lewra pêwist dîtîye ku têkeve nav pêvajoya têkoşînê da ku wan bi dest bixe. Ew şexsîyetekî ye ku jibo avakirina Kurdistana Serbixwe xebitîye. Wî projeyên xwe di Wezareta Derve ya Rusî da bi Beşên Pêwendîdar da pêşkêş kirîye da ku bikaribe alîkarîyê peyda bike. 


Ew li gora îmkanên xwe, rêziman û alfabeya kurdî amade kirîye û di 1913an da li bajarê Xoyê ya Îranê jibo zarûkan dibistanek vekirîye. Bi zimanê kurdî û di çarçoveya laikîyê da dibistana ku vekirîye, dema Şerê Cîhanîyê Yekemîn despêkirîye, dibistan hatîye girtin. 


Van pêşveçûnan, dewletê (Osmanî) û Îttîhatîyan gelek aciz kirîye. Loma tîmekî suîqestê rêkirine pey şopa Abdurrezak Bedirxan. Di 1918an da ajanên dewletê (ew tîm) li Tiflisê, wî dîlkirine, anîne Stanbulê û îdam kirine.  


Şibandineke girîng di navbera Şêx Abdusselam Barzanî û Abdurrezak Bedirxan da heye. Her du jî welatevîn in, kurdevîn in. Her du jî jibo mafên kurdî û Kurdistanî xebitîne, hewildanan li darxistine. Kurdevînî û welatevînîya Abdusselam Barzanî, ji malbatê, ji Medreseya Barzan hatîye. Kurdevînî û welatevînîya Abdurrezak Bedirxan jî, ji malbatê, ji perwerdeya taybetî û ji îlhama Hacî Qadirê Koyî hatîye. Şibandineke dî jî jibo van her duyan ew e ku ew her du jî, ji alîyê dewletê û Îttîhatîyan ve, di salên nêzîkî hev da hatine îdamkirin.
Kurdên cuwan ên akademisyen, rewşenbîr û nivîskar û wd. jî êdî bi dîroka kurd û Kurdistanê, bi çêbûna civata kurdî, ziman, kultûr, san´et, muzik, resim û wd. nêzîkayî û eleqeyan nîşan didin. Di vî derbarî da hatîye dîtin ku xebatên baş tên kirin. Xebatên di derbarê Abdusselam Barzanî, Abdurrezak Bedirxan, Medreseya Barzan û babetên wekî dî da jî werin kirin, helbet girîng in. Di derbarê Abdusselam Barzanî da arşîva osmanî, arşîva ingilîz û di derbarê Abdurrezak Bedirxan da jî arşîva rusî divê xebat werin kirin ku hemî girîng in. 
Divê bi çavê kurdî li Abdurrezak Bedirxan û Abdusselam Barzanî were nihêrtin. Nivîskarên tirk yên dijî kurdan, wek mîsal jibo Abdurrezak Bedirxan gotine ku ”Ajanê Rusî ye” û wî biçûk dîtine / xistine. Îdamkirina wî jî wek serfirazîyeke tirk qebûl kirine. Lê hemî hewildanên Abdurrezak Bedirxan, jibo kurdan bûye. Ew di nav hewildanan da bûye ku mafên kurdan ên ji civata kurdbûnê çêbûne, bi dest bixin. Di wê çarçoveyê da têkilîyan bi diplomatên rusî ra, bi Wezareta Derve ya Rusî ra danîye ku alîkarî peyda bike.

Önceki ve Sonraki Yazılar