Tom Barrack: Em naxwazin Sykes-Picoteke nû pêk bînin

Tom Barrack: Em naxwazin Sykes-Picoteke nû pêk bînin

.

A+A-

Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê û Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack ragihand ku destêwerdana Rojavayê ya li Rojhilata Navîn, ji Sykes-Picotê bigire heta Balfour û McMahonê tenê karesat li pey xwe aniye.

Barrack amaje pê kir ku di maweyê sed salên borî de, Rojava 92 caran hewl daye rejîman biguherîne û ti yek ji wan bi ser neketine.

Tom Barrack, di hevpeyvînekê de li gel Enstîtuya Milken a li Calîforniyayê ragihand, pirsgirêka sereke ew bûye ku Rojava xwestiye modela xwe li ser eşîr û pêkhateyan ferz bike ku xwedî dîrok û çandeke taybet a bi hezaran salan in.

Barrack dibêje, "Me xêz li dora eşîr û herêmên wisa kişandiye ku qet ji bo wê yekê nehatibûn avakirin ku bi hev re bin."

Barrack her wiha diyar kir ku stratejiya nû ya Amerîkayê di serdema Trump de ew e ku "rê bide herêm bixwe be", ango dawî li ferzkirina biryaran ji derve were anîn û li şûna wê herêm bi hêvî û derfetên aborî "wekî lehiyê" were dagirtin.

Barrack tekez kir ku serdema nexşeyên kevn bi ser çûye û niha dema wê ye ku Rojhilata Navîn ji nakokiyên eşîrî ber bi bipêşxistina teknolojîk û astengiyên Starlinkê ve gav bavêje.

Îraq wekî qurbaniyê nakokiyan

Barrack di axaftinên xwe de, Îraqê wekî yek ji wan welatan bi nav dike ku modela derve tê de bi bin ketiye.

Ew bawer dike ku Îraq jî wekî Misir, Tûnis û Yemenê, di navbera modela "federalîzm û navendîtiyê" de sergerdan bûye û ti yek ji wan ji bo civakeke eşîrî û firehpêkhate ya wekî Îraqê bi ser neketine.

Barrack Îraqê wekî herêmeke girîng dibîne ku ketiye nav "herêma herî zehmet a cîhanê".

Nêrîna wî ew e ku Îraq hewcedarî wê yekê ye ku di çarçoveya aramiyeke giştî ya herêmî de bijî, ku tê de sînor wekî sembola ewlehî û vejînê bin, ne ya şer.

Ew dibêje, ferzkirina nexşeya derve li ser Îraqê wisa kiriye ku nakokiyên eşîrî û çandên navxweyî bên paşguhkirin, lewma dema wê hatiye ku Îraqî jî di çarçoveya guherînên mezin ên herêmê de, bala xwe bidin ser "aştiya bi rêya bipêşketin û teknolojiyê".

Sûriye; korîdora enerjiyê û bidawîhatina cezayên Qeyser

Tom Barrack derbarê Sûriyeyê de behsa veguhereke mezin dike û dibêje:

"Îdareya niha ya Sûriyeyê tevî jîngeheke gelekî zehmet, karekî baş dike.

Peyama sereke ya Trump ji bo Sûriyeyê ev e: `Gotûbêjê bikin û ez dê sizayan rakim.`"

Barrack geşbîn e ku Kongreya Amerîkayê dê "Yasaya Qeyser" betal bike, ji ber ku ew ceza li dijî rejîma pêşerojê (Esed) bûn û niha bûne asteng li pêşiya veberhênana Amerîkayê.

Ew behsa wê yekê dike ku Sûriye xwedî gelekî berxwedêr e û divê derfet ji wan re were dayîn û wiha pê de çû:

"Plana Amerîkayê ew e ku asta hilberîna petrolê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji 65 hezar bermîlan bigihîne 500 hezar bermîlan di rojê de.”

Her wiha tekezî li ser girîngiya "korîdora enerjiyê" ya di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de dike ku dê bibe sedema vejîna tevahiya herêmê.

Barrack dibêje Sûriye tabloyeke aloz e ji Kurd, Durzî, Bedewî, Elewî û çendîn dîn û mezhebên Xirîstiyan û Îslamî; komkirina van di çarçoveya dewleteke federal de zehmet e, lê tenê bi geşepêdana aborî û rakirina sizayan aştîyeke berdewam pêk tê.

Trump û Erdogan û lengerê NATOyê

Barrack, Tirkiyeyê wekî "parçeya navendî" ya tabloya herêmê dibîne.

Ew behsa pêwendiyeke gelekî taybet û dostane di navbera Trump û Erdogan de dike ku karîne li ser şeş pirsgirêkên sereke li hev bikin ku ev deh sal bûn hatibûn rawestandin.

Barrack pesnê gelê Tirkiyeyê dide û wan wekî xelkekî "çalak û zîrek" wesif dike.

Ew Ewropayê rexne dike ku rêzê li Tirkiyeyê nagirin û naxwazin têxin nav Yekîtiya Ewropayê, di demekê de ku Tirkiye hevpeymana herî mezin a NATOyê ye û parêzera Ewropayê ye li hemberî Rûsyayê.

Barrack bawer dike ku Tirkiye dê bi Îsraîlê re jî bigihe rêkeftinê (wekî Îbrahîm an Solomon), ji ber ku berjewendiya aborî ya di navbera wan de gelekî ji wê mezintir e ku bi daxuyaniyên siyasî têk biçe.

Libnan; pergaleke têkçûyî di bin barê deynan de

Tom Barrack ku bixwe bi eslê xwe Libnanî ye, rewşa welatê xwe wekî "dewleteke têkçûyî" bi nav dike.

Ew dibêje pergala mezhebî (dabeşkirina postan li ser Mesîhî, Sunî û Şîeyan) êdî kar nake û Libnan gihandiye xetitimandinê.

Her wiha dibêje, Libnan niha di navbera 120 û 200 milyar dolaran de deyndar e û ti plane cidî ji bo reforma bankî tune.

Barrack derbarê Hizbulahê de got ku li gorî pîvanên Amerîkayê rêxistineke "terorîst" e, lê di navxweya Libnanê de partiyeke siyasî ya mezin e û hemû biryar rawestandine (asteng kirine).

Barrack bawer dike ku çareserî tenê leşkerî nîne, belkî divê Libnan jî wekî Sûriye û Îmaratê "destê Îsraîlê bigire" û bigihe rêkeftinê.

Barrack dibêje, “Divê Libnanî dev ji kîn û nefreta dîrokî berdin û fêm bikin ku tenê bi diyaloga rasterast a bi Îsraîlê re û dûrketina ji şerê mezhebî dikarin welatê xwe rizgar bikin.”

Peyama wî ji bo Libnaniyan ev e, "Li Îmaratê binêrin, wan karî bi bawerî û rêkeftinê asta jiyana xwe biguherin."

Xeze û Hemas; plana 20 xalî û hêza navneteweyî

Barrack derbarê Xezeyê de, amaje bi "plana 20 xalî" ya Trump dike ku wekî nexşerêyekê ji bo piştî şer hatiye dariştin.

Ew dibêje, ev plan ne yasa û destûr e, belkî ramanek e ji bo guherandina rewşê.

Her wiha got, yek ji xalên herî girîng bicihkirina "Hêza Aramiyê ya Navneteweyî" (ISF) ye ku dê qonax bi qonax cihê artêşa Îsraîl û Hemasê li Xezeyê bigire.

Barrack bawer dike ku Tirkiye berbijêra herî baş e ji bo beşdarbûna di vê hêzê de, ji ber ku Tirkiye xwedî "pêgeheke Îslamî" ye û pêwendiya wê bi Hemasê re jî heye, ev jî wisa dike ku proseya bêçekkirina Hemasê nermtir û serkeftîtir be.

Ew dibêje êrişa leşkerî tenê "terorîstan" çêdike, lewma divê Hemas bi rêya "diyalog û baweriyê" bê bêçekkirin.

Barrack pesnê rola Qeter û Tirkiyeyê dide ku karîne di qonaxa yekem de dîlan vegerînin.

Ew dibêje armanca dawî guherandina Xezeyê ye bo herêmeke geş a aborî, lê ev yek pêwîstî bi baweriyeke mezin heye ku hîn di navbera Îsraîl û Hemasê de tune.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin