Kemal Tolan

Kemal Tolan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Roj , Heyv, Agir û Ziman

A+A-

Hêvîdar im ku, her kesek bikaribe van hest ,vê zanînê bixîne û ji wan sûd bigire !

Gelek spas, hest û dilê te gelekî sax bin kekê rêzdar Uskê Cîmîk !

“ Êzdîyatî

... Nefesa Kurdî, Mîrasa hemûyan ...

--Guneş, Heyv, Agir û Ziman.

Êzdîyatî kultureke me hemûyan e –

Êzdîyatî ne tenê baweriyek. Ew nefesa Kurdî ya zindiye, yek ji rihên qelew û dirêj ên çandê me ye. Dibe ku em Kurd îro li ser gelek baweriyan belabûbin: em musulman, elewî, xiristiyan an jî ateîst bin. Lê ziman û çande me hevparbin. Êzdî bingeha vê nasnameya yên herî kevn û zelalin.

Eger em îro pêdernexin jî, şopa Êzdîyatiyê di nav gelek nîşanên me Kurdan yên rojane de heye. Ev rêzgirtin û rêbazên ji rojhelatê re têne girtin, dilsoziya ji ronahiyê re, naskirina pîrozîyê ocaxê, heman rêzgirina dema ku agir tê vemirandin, bêdengiya li hember mirinê û şînê, rêz û kevneşopên derbarê ji dayikbûnê û zewicandinê û hwd… Ev tev parçeyên çanda Êzdî ne. Ji ber vê yekê pêdivî ye ku, em dîrok û adetan xwe cardinê di ber çavan re derbaskin, binivîsin û bixwînin.

Êzdîyan, bi serehatina giran ya weke fermana Şengalê re jî, ziman, çand û îmana xwe parastin. Hebûna wan, ne tenê ji bo wan tenê girîng e, ew ji bo me hemû kurdan mîraseke zindî û girîng e. Eger ku Êzdîyatî ne be, wê pîrozî, şîrînî û rûmetdariya Kurdî jî wendabibe.

Ji ber vê yekê, divê em ne tenê piştgiriyê yekîtiya Êzdiyatiyê bikin, ev berpirsyariyeke çandî û xwediyariya nasnameyê ye. Ger em ateîst, elewî, musulman an xiristiyan bin, divê hemû li gel Êzdîyan bin. Ji ber ku berxwedana wan, ew ewlehiyeke ji bo nasnameya me tevan. Divê hemû rêxistinên kurdî vê zanebûnê derxînine pêş…

Em ji bîranekin!

Nasnameya gelekî ne tenê di siyaset an çekan de ye, lê di ziman û baweriya wan de kok dide. Cihûyan ev bi dest xistin. Em jî dikarin.

Êzdîtî dilê Kurdiye, mîrateya me hemûyan e.. „Uskê Cimîk

Werger ji aliyê Kemal Tolan ve hatiye kirin!

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin