Du hefteyên girîng ji bo Parêzgariya Kerkûkê

Du hefteyên girîng ji bo Parêzgariya Kerkûkê

,

A+A-

Dê du nava du hefteyan de ji bo diyarkirina parêzgarê Kerkûkê û encûmena bajêr karnameyeke hevpar were amadekirin

Serokwezîrê Îraqê li ser diyarkirina parêzgarê nû yê Kerkûkê bi aliyên pêwendîdar re civiya.

Di vê civînê de biyar hat dayîn ku di nava du hefteyan de ji bo diyarkirina parêzgarê Kerkûkê û encûmena bajêr karnameyeke hevpar were amadekirin.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî doh li Bexdayê bi partiyên ku li Kerkûkê bi ser ketine re civiya.

Li gorî Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê, Mihemed Şiya Sûdanî wiha gotiye, “Ji bo parastina aştiya civakî ya li Kerkûkê divê diyaloga di navbera aliyên siyasî de bidome.”

Li hêla din, şandeyan Kurd, Ereb û Tirkmenan karnameyên xwe ye ji bo diyarkirina parêzgar û meclîsa bajêr radestî Sûdanî kirin.

Herwiha li gorî agahiyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê bi dest xistine, tê çaverêkirin ku Sûdanî di maweyê van du hefteyan de bi aliyên siyasî yên cuda re li ser Parêzgariya Kerkûkê hevdîtinan bike.

18 Kanûna Kanûna Paşîna 2023yan li Kerkûk û 14 parêzgehên Îraqê hilbijartinên encûmenên parêzgehan hatin kirin.

Piştî sala 2005an ev cara ewil bû li Kekûkê hilbijartinên encûmenên parêzgehan hatin encamdan.

Encûmena Kerkûkê ji 16 kursiyan pêk tê û ji bo diyarkirina parêzgar pêdivî bi 9 kursiyan heye.

Li Kerkûkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) 5 kursî û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî 2 kursî bi dest xistibûn.

Heta niha jî parêzgarê Kerkûkê nehatiye diyarkirin û hevdîtinên ji bo diyarkirina parêzgar berdewam dikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin