Du girtiyên kurd li Îranê hatin darve kirin

Du girtiyên kurd li Îranê hatin darve kirin

.

A+A-

Li Rojhilatê Kurdistanê, du girtiyên kurd yên xelkê Mihabad û Şinoyê, ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve hatin darve kirin.

Li gor agahiyan cezayê darvekirina du girtiyên kudr yên bi nave Ebas Dadwer, xelkê bajarê Mihabad yê Rojhilatê Kurdistan û Ferxedîn Mengurînijad, xelkê bajarê Şino, li girtîgeha navendî ya Mahabadê hatiye cîbicîkirin. Ew herdu girtî berê bi tometa ‘’kuştina bi zanebûn’’ cezayê darve kirinê ji wan re hatibû derxistin.

Rêxistina mafê mirov ya Hengav ragehandiye, serê sibeha îro 7.0.3.2024 cezayê darvekirinê ji bo  Ebas Dadwer xelkê Mihabad û bavê zarokeke biçûk û Ferxedîn Mengurînijad, xelkê Şino li girtigeha navendiya Mihabadê hatiye pêk anîn.

Her du girtî 4 sal berê bi tohmeta “kuştina bi qest” a du birayan li ser rêya sûlava Şalmaşî ya Serdeştê bi dozeke hevbeş hatibûn desteserkirin û piştre bi cezayê darvekirinê hatibûn mehkûmkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin