Du çalakîyên girîng li stockholmê

Du çalakîyên girîng li stockholmê

.

A+A-

BÎRANÎNA JI DAYIKBÛNA 121 SALÎYA NEMIR SEROKÊ NETEWEYÎ M. MISTEFA BARZANÎ

Di roja 2024-03-09 de, du çalakiyên girîng li paytextê Swêdê Stockholmê hate li dar xistin.
Yek ji wan Bîranîna 121 saliya ji dayikbûna nemir serokê neteweyê Mele Mistefa Barzanî bû. Bîranîn ji alîyê Partiya Demokrat ya Kurdistanê Komîteya Swêd hatibû amade kirin.

Aheng bi axatina xêrhatinê ya berpirsê PDK li Swêdê, Îsa Feyli  dest pê kir.  Dû re berpirsê Liqê 6 bîrêz Enwer Mesîfî, axaftinek pêşkeş kir. Serokê Hevkariyê Ali Jouma jî li ser navê Hevkarîya partîyên siyasî yên her çar perçeyên Kurdistanê axaftinek kir. Gelek partiyên siyasî û dezgehên sivil mesaj şandibûn û ew hatin xwendin.

Piştî axaftinan, panelek li ser jiyan, xebat û têkoşîna nemir Mele Mistefa Barzanî bi  Moderatorîya Nasret Hecî ,  panelîstan birêz Nezir Akad û Tahir  Aliyar hate li dar xistin.

Ji her çar perçeyên Kurdistanê, gelek nûnerên partíyên siyasî, dezgehên sivîl, mîna Nuneratiya herema Kurdistanê KRG, Hevkarîya Hêzên kurd û Kurdistanî li Swêdê, Federasyona komeleyên kurd li Swêdê, Diakurd, Rawenda Kurdistanî, Partîya Welatparêzên Kurdistanê PWK-Swêd  û gelek siyasetmedar, welatparêz û rewşenbîr beşdarî semînerê bûn.

AHENGA CIVÎNA KURMANCÎ
Ahenda duyem jî bi munasebeta 70 civînên Koma KURMANCÎyê, bi beşdarîya endamên Koma Kurmancîyê,  kesên berê di civînên Kurmancîyê de cih girtibûn, serokê Enstituya Parîsê Kendal Nezan û hinek  nûnerên dezgeh û komeleyên kurdan û herweha nûnerên Koma Vateyê ku li ser zaravê kirdkî/zazakî dixebitin hate li darxistin.

Koma Kurmancîyê di sala 1987an de dest bi xebata xwe ya li ser zaravayê kurmancîyê kirîye û heta niha 70 civînên xwe pêk anîye. Encamê her civîne weke hejmarek Kurmancîyê tê çap kirin. Carekê 20 hejmar û carekê jî 40 hejmarên Kurmancîyê bi hevdû re hatiye çapkirin. Di dem nêzîk de, wê 70 hejmarên kovara Kurmancîyê jî  bi hevdû re bê çapkirin.

2-462.jpg1-407.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin