Du berbijêrên Kurd ên Norwêcê bersiva peyama Nêçîrvan Barzanî dan

Du berbijêrên Kurd ên Norwêcê bersiva peyama Nêçîrvan Barzanî dan

.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê roja 17ê Sibata 2023an ji bo Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê hat vexwandin û bi hejmarek serokên dewlet û berpirsên payebilind re civiya. Yek ji wan berpirsan, Wezîra Derve ya Norwêcê Anneken Heathfield bû ku daxwaz ji Nêçîrvan Barzanî kir, bi peyameke vîdeoyî silav û piştevaniya xwe ji bo 2 endamên Kurd ên partiya xwe bişîne ku her du jî ji bo hilbijartinên şaredariyê yên Norwêcê berbijêr in.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya vîdeoyî de gotibû, “Huda Xan, ez Nêçîrvan Barzanî me ligel Wezîra Derve ya Norwecê li Munchenê, em silav, rêz û îhtiramên xwe ji bo te û birêz Manî re dişînin. Hêviya me ew e ku hûn baş bin, hêviya me ew e serketî bin û hêviya me ew e ku hûn rola xwe li Norwêcê ji bo piştevaniya Kurd û welatê xwe bilîzin. Gelek spas. Bye.”

Berbijêra şaredariya navçeya Akirshusê Huda Îmad a 28 salî yek ji wan kesan bû ku Serokê Herêma Kurdistanê vîdeoyekê peyam jê re şand. Huda Îmadê jî bersiva peyama Nêçîrvan Barzanî da.

Berbijêra şaredariya navçeya Akirshusê Huda Îmad di peyama xwe de got, “Ez Huda Îmad spasiya Birêz Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dikim. Peyama we li bajarê Munchenê yê Almanyayê gihîşte min, ez spasiya we dikim ku we navê min bi hemû cîhanê da naskirin, ez keçeke Kurd a xelka Hewlêrê me û li Norwêcê mezin bûme lê li her cihê ku lê bim ez bi serbilindî xizmeta gel û welatê xwe dikim.”

Huda Îmad mastera wê ya perwerdeyê heye û 22 sal in li Norwêcê dijî. Ew hêvî dike ku Kurdên diyasporaya Norwêcê dengê xwe bidin wê.

Welatiyê Rojavayê Kurdistanê Manî Husênî jî yek ji wan kesayetiyên ku Serokê Herêma Kurdistanê silav jê re şandiye. Berbijêrê hilbijartinên şaredariyên Norwêcê Manî Husênî got, “Derbarê videoya û silavên Serok Nêçîrvan Barzanî bo min û hevala me Huda em gelek serbilind in bo vê peyamê û spasiya wî dikin. Em weke siyasetmedar weke pêşî xizmeta welatê xwe Norwecê dikin lê em welatê xwe Kurdistanê ti caran ji bîr nakin û xizmetê bo miletê xwe dikin.”

Biryar e hilbijartinên encûmen û şaredariyên Norwêcê di 11ê meha Îlonê de bên kirin. Nêzîkî 30 hezar Kurd niha li Norwêcê dijîn û mafê wan heye ku di hilbijartinan de deng bidin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin