Dronekê kampa Mexmûrê bombebaran kir

Dronekê kampa Mexmûrê bombebaran kir

.

A+A-

 Îro 29.08.2022yê kampa Mexmûrê ji aliyê dronekî Tirkiyê hat bombebarankirin.

Li gor agahiyên berdest, dronekî Tirkiyê li taxa çar a Kampa Mexmûrê bombebaran kir û li gor zanyariyên destpêkê, hejmarek kes birîndar bûne.

Ji aliyê din ve çapemeniya ser bi PKKê jî ragehand, di encama êrîşa drona Tirkiyê ya li ser mala hemwelatiyekî kampa Mexmûrê de hemwelatiyê bi navê Evîzêt Abdullah Abid ku birîndar bibû, jiyana xwe ji dest daye.

Kampa Mexmûrê ji koçberên Bakurê Kurdistanê pêktê û ji aliyê Tirkiyê ve gelek car bi egera hebûna çekdarên PKKê êrîş tên kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin