Dr. Zara Salih: Sûriye nikare beşdarî şerê li dijî Îsraîlê bibe

Dr. Zara Salih: Sûriye nikare beşdarî şerê li dijî Îsraîlê bibe

.

A+A-

 Medyaya fermî ya Hikûmeta Sûriyeyê ragihand ku artêşa Îsraîlê, li Deraayê êrişî hêzên wan kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, êriş şeva borî saet 01:45an pêk hatiye.

Di vê êrişa esmanî ya li Deraayê de 8 leşkerên artêşa Sûriyeyê hatine kuştin û 7 leşker jî birîndar bûne.

Vê erişê herwiha ziyanên madî jî gihandine parêzgeha Deraayê.

Êrişên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê û topbarana ku ji xaka Sûriyê hin caran tê kirin, egera gihîştina şerê Xezayê ji bo nav xaka Sûriyê kiriye rojev.

Ji destpêka şer ve, Amerîka jî tekez dike ku ew naxwazin şer ji sînorên Xezayê derkeve.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê General Patrick Ryder bal kişand ser vê yekê ku ew naxwazin milmilane berfireh bibin û wiha got:

“Ji êrişa terorîstî ya Hemasê helwesta me zelal bûye ku em naxwazin rewşa li Îsraîlê ji bo milmilaniyeke berfirehtir a navçeyê bê guhertin.

Her wekî ku we bihîst ji Serok Biden û Wezîrê Parastinê û berpirsên mezin ên din ên Amerîkayê ku peyama ji bo her welatekî ku bîr li wê yekê bikin û hewl bidin sûdê ji rewşê wergirin ji bo mezinkirina milmilaneyê.

Em ji wan re dibêjin wî karî nekin.”

“Sûriye nikare beşdarî şerê li dijî Îsraîlê bibe”

Ji bajarê Birminghamê yê Berîtanyayê, akademisyanê Kurd Dr. Zara Salih ji Rûdawê re got ku Sûriye nikare beşdarî şerê li dijî Îsraîlê bibe.

Akademisyan Dr. Zara Salih anî ziman, "Şerê navxweyî yê Sûriyeyê, Sûriye xist rewşeke gelekî asteng.

Ya duyem mana Beşar Esed û rejîma wî bi biryara Îsraîlê ve girêdayî bû.

Ya sêyem Sûriye bi xwe baregeheke Îran û Hizbulahê ye.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê di destpêka vî şerî de tekez kir û got `eger Hizbulah tevlî şer bibe em dê li Şamê bixin.` Û ev tişt pêk anî."

Piştî destpêkirina şerê Xezayê, hêzên Îsraîlê du caran balafirgehên navdewletî yên Şam û Helebê bombebaran kiribûn û ew her du balafirgehên sereke yên Sûriyeyê ji kar xistibûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin