Dr. Saman Berzincî: Pêwîst e hin bendên yasaya rûbirûbûna madeyên hişber werin guhertin

Dr. Saman Berzincî: Pêwîst e hin bendên yasaya rûbirûbûna madeyên hişber werin guhertin

.

A+A-

Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ragihand, di rewşa heyî de pêwîstî bi guhertina hinek bendên yasaya rûbirûbûna madeyên hişbir heye.

Dr. Saman Berzincî îro 29ê Gulanê di Hilmeta Niştimanî ya Rûbirûbûna Madeyên Hişbir de axivî û got: "Di Kabîneya Nehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, ji bo cara yekemîn bi yasaya hejmar yek a sala 2020an, ku ji 10 bendên cuda pêk dihat, derbarê çawaniya rûbirûbûna madeyên hişbir de derket. Dibe ku di rewşa niha de hinek bend pêwîstî bi guhertinê hebin."

Wezîrê Tenduristiyê herwiha diyar kir: "Wezareta Tenduristiyê, di Lijneya Bilind a Rûbirûbûna Madeyên Hişbir de, ku wezaret û aliyên pêwendîdar tê de beşdar in, her meh civîn û kar û çalakiyên xwe dike."

Dr. Berzincî wiha domand: "Di vê yasayê de, rêbernameya asayî ya cîbicîkirina vê yasayê bi hejmar 10, di sala 2023an de derket. Herwiha, peyrewa stratejiya niştimanî ya ji bo rûbirûbûna madeyên hişbir û madeyên ku bandorê li hiş dikin li Herêma Kurdistanê hate danîn, ku ev jî ji çar tewereyan pêk tê."

Xalên sereke yên Stratejiya Niştimanî:

1.    Aliyên Yasayî: Beşek jê aliyê dadwerî ye û dadgeh rojane kar pê dikin.

2.    Çareserî û Rehabîlîtasyon: Ji bo kesên ku bi madeyên hişbir ketine.

3.    Rêgirtin û Rûbirûbûn: Ji bo kêmkirina belavbûna madeyan.

4.    Hişyariya Giştî: Ji bo agahdarkirina civakê li ser metirsiyan.

Amarên rûbirûbûna madeyên hişbir

Li gorî amarên Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê, di çar mehên destpêka îsal de, 388 tohmetbarên madeyên hişbir hatine girtin. Ji van kesan, 173 kes wek bikarhêner, 143 kes wek bazirganên asayî û 72 kes jî wek bazirganên navdewletî hatine destnîşankirin. Di maweya sala borî de (2024) jî nêzîkî hezar tohmetbarên bi her sê cureyan hatibûn girtin.

Madeya hişbir çi ye?

Madeya hişbir tê wê wateyê ku hişê mirov dibe û ji rewşa xwe ya asayî vediqetîne, di encamê de dibe sedema girêdanbûn (alûdebûn) û jehrîbûna sîstema demarî. Madeyên hişbir bi rêyên cuda tên bikaranîn wekî: dev, derzî û kutandin, bêhnkirin, kişandin û helmijandin, xistina bin ziman û di nav rûvîkan re.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin