Dr. Halis Yerlikaya: Tendirustî bûye qada bazirganiyê

Dr. Halis Yerlikaya: Tendirustî bûye qada bazirganiyê

.

A+A-

Endamê Yekîtiya Bijîşkên Tirk Dr. Halis Yerlikaya ragihand, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tundiyeke mezin li dijî bijîşkan heye û got: “Em vê yekê bi polîtîkaya tendirustiyê ve girê didin, ji ber ku polîtîkayên aniha têne meşandin, ne li gorî tendirustiyê ye.”

Dr. Halis Yerlikaya ji bajarê Diyarbekirê beşdarî bultena nûçeyan a K24ê bû û li ser sedemên zêdebûna tundiya li dijî bijîşkan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Yerlikaya destinîşan kir, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tundiyeke mezin li dijî bijîşkan heye û got: “Em vê yekê bi polîtîkayên tendirustiyê ve girê didin, ji ber ku polîtîkayên aniha têne meşandin, ne li gorî tendirustiya gel, ne li gorî xebatkarên tendirustiyê, ne li gorî wê yekê ye ku bijîşk debara xwe bikin û tendirustiya gel çêtir bibe.”

Dr. Halis Yerlikaya diyar kir ku polîtîkayên tendirustiyê li gorî şert û mercên rojane ye û karûbarên tendirustiyê bûye qadeke aborî û bazirganiyê.

Endamê Yekîtiya Bijîşkên Tirk dibêje: “Rayedarên Tirkiyê li dijî bijîşkan, li dijî xebatkarên tendirustiyê di bêhurmetiyekê de ne, weke nimûne; Serokomarê Tirkiyê got ku '(Bijîşk) diçin bila biçin, ne xem e ji bo me', tişitekî wisa got, ev gotin gotineke ku li dijî bijîşkan bê bikaranîn nîne. Bijîşkek di gelek şertên zor û zehimet de digihîje, heta diçe ser karê xwe 20 – 29 sal ji bo bibin bijîşkê pispor dixebitin, dixwînin û gelek zehimetiyê dikşînin, lê bêhurmetiyekî li dijî wan heye.” 

Yerlikaya bal kişand ser wê yekê ku li Tirkiyê krîzeke aboriyê heye û got: “Ew krîz bandora xwe li ser bijîşk û xebatkarên tendirustiyê jî dike, mûçeyên me gelek kêm in û bijîşk bi xwe jî êdî nikarin debara xwe bikin. Di vî warî de gaveke berçav nehat avêtin, ev hemû dibin sedem ku bijîşk koç dikin.”

Herwiha eşkere kir: “Pirsgirêkeke din jî heye ku ew jî rayedar wisa didin nîşandan ku di sîstema tendirustiyê de her tişit rêk û pêk e, lê mixabin ne wisa ye. Ev jî dibe sedem ku nexweş dema pirsgirêkan dibînin, weke berpirsiyar bijîşk û xebatkarên tendirustiyê dibînin, ev jî dibe sedem ku tundî li dijî xebatkar û bijîşkan çêdibin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin