Dozgereke navdewletî ya berê daxwaza desteserkirina Putin dike

Dozgereke navdewletî ya berê daxwaza desteserkirina Putin dike

.

A+A-

Dozgera Navdewletî ya berê Carla del Ponte got ku “Putîn tawanbarê şer e.”

Dozgereke Navdewletî ya berê bang li Dadgeha Tawanan a Navdewletî kir, ji ber êrîşa li ser Ukraynayê, bilez biryara desteserkirina Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bide.

Di hevpeyvînekê de ligel rojnameya “Le Temps” a Swîsreyê ku roja Şemiyê hat weşandin, Dozgera Navdewletî ya berê Carla del Ponte got ku “Putîn tawanbarê şer e.”

Dadger Carla del Ponte bi lêkolînên xwe yên navdewletî yên li ser jenosîda Rwandayê 1994 û şerê li Yugoslavyaya berê, tê naskirin.

Li gorî dadwera 75 salî ya Swîsreyî, ji bo sûcdarkirina Putîn û karbidestên din ên Rûsî di ber tawanên li Ukraynayê de, pêwîstî bi biryara desteserkirinê ya navdewletî heye.

Di pênc hefteyên borî de, bi hezaran Ukraynî hatin kuştin, bi mîlyonan neçar man ku malên xwe bi cih bihêlin, herwiha bi sedan bajar jî di bin bombebaranê de wêran bûne.

Del Ponte diyar kir, derxistina biryara desteserkirinê dê bibe nîşana destpêkirina lêpirsînê dê bibe amûrek ji bo dadgehkirina tawanbarê tawaneke cengê.

Aşkere kir jî, derxistina biryareke bi vî rengî, nayê wê wateyê ku Putin eger li Rûsyayê bimîne dê were desteserkirin, lê nikaribe ji welatê xwe derkeve.

Dadgeha Tawanan a Navdewletî di 3ê Adarê de piştî wergirtina piştevaniya zêdetirî 40 welatên endamên dadgehê, vekolînek destpêkî li ser tawanên şer ên gengaz li Ukraynayê vekir.

Ukrayna li ser Peymana Roma ya di sala 1998an de ji bo damezrandina Dadgeha Tawanan a Navnetewî îmze nekiriye, lê di sala 2014an de li desthilatdariya wê ya li ser tawanên ku li ser xaka wê werin kirin nas kir. Rûsyayê jî di sala 2016an de îmzeya xwe ji li ser peymanê vekişandibû.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin