Doza Windabûna Malbata Dîrîlî | Apro Dîrîl careke din hatiye girtin

Doza Windabûna Malbata Dîrîlî | Apro Dîrîl careke din hatiye girtin

.

A+A-

Piştî ku Hurmuz Dîrîl û Şîmonî Dîrîl di 11ê Kanûna Paşiyê ya 2020an de li gundê Mehrê yê Şirnexê winda bûn û lêpirsîn ji bo wan hate destpêkirin, cara yekem danişîna dozê îro li Şirnexê pêk hatiye.

Ji ber bûyera windabûna Hurmuz û Şîmonî Dîrîlî keldanî doz hatibû vekirin û yekem danişîna dozê îro li Edliyeya Şirnexê pêk hatiye. Bersûc Apro Dîrîlê ku beriya niha serbest bûbû, dîsa hatiye girtin. 

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, yekem danişîna doza bûyera windabûna Hurmuz Dîrîl (71) û hevjîna wî Şîmonî Dîrîlê (65) li 1em Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê pêk hatiye. Şîmonî û Hurmuz dîrîl di 11ê Kanûna Paşiyê ya 2020an de li Gundê Mehrê yê navçeya Elkê ya Şirnexê winda bûbûn. Paşê ji bo vê bûyerê lêpirsîn vebûbû. 

Zarokên malbatê û parêzerên malbatê beşdarî dadgehkirinê bûn. Bersûc Apro Diril jî ji Edliyeya Qilebanê bi rêya Sîstema Deng û Dîmenan (SEGBÎS) tevî danişînê bûn. 

Parlamenterên HDPyê yên Şirnexê Huseyîn Kaçmaz û Hasan Ozguneş û gelek parêzer jî li salona dadgehê, danişîn şopadine.  

Polîsan nehiştiye nûçegîhanê MAyê bikeve salonê 

Polîsan destûr nedaye ku nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê dozê bişopîne. Piştî israrkirina nûçegîhanî, bi şertê ku çenteyê xwe nexe hundirê salonê, destûra wî dane.  

Xwestine Apro Dîrîl bê girtin 

Danişînê bi tespîta nasnameyê dest pê kiriye. Apro Dîrîlî îfadeya xwe daye. Dîrîl îdiayên li ser xwe red kiriye. Cemîle Kas a ku dayik û bavê wê hatine windakirin axiviye û xwestiye bersûc Apro Diril bê cezakirin. 

Eleonora Dîrîlê jî anî ziman ku dayik û bavê wê her tim gotine Apro gef li wan dixwe û xwestiye Apro bê girtin. Emîne Diril jî anî ziman ku ew dixwazin faîl bên cezakirin. 

Şahidên bûyerê jî axivîne û diyar kirine ku, Hurmuz ji wan re gotiye, Apro her tim gefa kuştinê li wan dixwe. 

Dadgehê biryara girtinê daye 

Piştî guhdarkirina li aliyan, heyeta dadgehê  biryara xwe eşkere kiriye û biryar daye ku Apro Dîrîl. 

Ji bo tiştên kêm ên dosyayê werin temamkirin, doz taloqî 16ê Hezîranê kiriye.

Çi bûbû?

Hurmuz Dîrîlê 72 salî û Şimonî Dîrîla 65 salî li gundê Mehrê yê suryaniyan ê Bêşebaba Şirnexê dijiyan û sala 2019an di 10ê Kanûnê de winda bûbûn.

Piştî windabûna wan bi 70 rojan ango di 20ê Adara 2020an de zarokên wan 800 metro dûrî gundî laşê Şimonî Dîrîlê dîtibûn. Lê aqûbeta Hurmuz Dîrîlî hê jî nayê zanîn. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin