Doza kuştina Denîz Poyrazê: Mêrekî xwestiye bi tivingê bikeve avahiya edliyeyê

Doza kuştina Denîz Poyrazê: Mêrekî xwestiye bi tivingê bikeve avahiya edliyeyê

.

A+A-

Mêrekî tiving di desta de, hatiye ber edliyeya ku doza kuştina Denîz Poyrazê lê birêve diçe û gotiye: “Ez ê guleyan li we hemûyan bireşînim.”

Kesekî ku tiving pê re heye, xwestiye bikeve nava Edliyeya Îzmîrê ku îro li wir danişîna doza kuştina Denîz Poyrazê pêk tê. Polîsan ew desteser kiriye. 

Danişîna 4an a doza kuştina Denîz Poyrazê li Dadgeha 6ê ya Cezayê Giran a Îzmîrê birêve diçe.

Onûr Gencer di 17ê Hezîrana 2021ê de çûbû avahiya rêxistina bajarê Îzmîrê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Denîz Poyraz di nava avahiyê de kuştibû.

Li gorî nûçeya MAyê, mêrekî çek di dest de çûye ber avahiya edliyeyê û xwestiye bikeve hundir. Çekdarî dîkê çeka xwe rakiriye û gotiye “Ez ê guleyan li we hemûyan bireşînim.”

Hatiye desteserkirin

Fotograf: MA

Kesê çekdar heta hatiye ber deriyê avahiya edliyeyê polîsan midaxeleyî wî nekiriye. Kesên ji bo beşdarî danişînê hatine, bertek nîşan dane, lê polîsan derb li wan dane.

Paşê kesê çekdar hatiye desteserkirin.

Danişîn dewam dike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin