Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Doza Kurd û HSD-YPG û PKK!

A+A-

Carinan, gotina ku dawî bêt gotin ji sere tê gotin ku mesaj, kurt û rast bê ku bêt dirêjkirin rola xwe bilîze. Ev jî hin di bingeha role hewlên mafparêzîyê de û hin jî di dema biryaran de bandora xwe dilîze.  Armanc ewe ku li ser role serete ev helwest erênî an neyênî rolekî dilîze.

Emê li ser van esasan li daxuyanîyên PYD/YPG û HSD binêrin ku çima mesaja ku dawî bêjin, di despêkê de gotin?

Çi ferqa tevgera Kurd a Başûrê Kurdistan û Başûrê Rojavayê Kurdistan ji hev heye?

Ev ferq stratejîk e an na?

Tevger û helwesta Başûrê Kurdistan Kurd û kurdistanî ye. Stratejîya siyaseta başûrê Kurdistan, li ser esasên bidestxistinên mafê netewa Kurd  û parastina van mafan ava bûye. Ji parastina herêmek otonom bigire heta dewletek federal û serbixwe; ev xwestin yek bi yek li ser hîmê Kurd û Kurdistan birêkûpêk bûne. Hin di bidestxistina otonomîya 1975an û hin di vê demê de; terefekî şer zordar û dagirker, yê din jî parêzvanîya mafê netewa Kurd yên rewa cîh girtîye.

Lê li Başûrê rojavayê Kurdistan stratejîya PKK hatîye birêkûpêk kirin: Li dijî ruhê netewî, esasên bidestxistinên netewî, li ser teorîya "gelan û biratîya gelan"(!) hatîye avakirin. Ruhê Kurd û kurdistanî di vê teorîyê de mirî ye. Hertişt ne li gor xwestinên netewa Kurd û Kurdistan, li gor xwestin û armancên stratejîyên rêxistinê ava bûne.

Ev jî;  "ji kurdan re dewlet ne hewceye, devlet tiştekî xerabe, Kurd dewletê naxwazin, Kurd dixwazin bi birayên xwe tirk, ereb û faris re di sîstemek demokratîk de bijîn"(!)

Ferqa di navbera van herdû stratejîyan de di ware leşkerî de jî  derdikeve ber me. Heta niha hin daxuyanîyên YPG û hin jî yên HSD yek bi yek bûne eşkerekirina stratejî û daxwazên vê rêxistinê. Di vir de bi çend gotinên Hevserokê HSD Riyaz Dirar emê piçek zelaltir bikin:

"Eger çareseriyek li Sûrîyê çê bibe HSD dê tevlî artêşa Sûriyê bibe."(!)http://www.kurdistan24.net/ku/VideoReader/ac683e1b-3f9f-4b0d-b972-f06c619c2362

Di rojhilata Naverast de garantîya bidestxistinên siyasî û parastina wan bi hêza leşkerî ve girêdayî ye. Eger di destê we de hêzek çekdar ya mafparêz tinebe, ti qîmet û giranîya makezagonan, demokrasî, qanûn û yasayî tineye. Ji ber ku roja hêz an netewa bihêz ku hat ser hikûm, ew mekezagon, yasa, qanûn û demokrasî dikeve ber lingan û hertişt dikeve tehlûkê. Eger di wê demê de hêza we ya parêzerî çekdar tinebe, hun teslîm dibin. Ev eşkere ye ku ti armancek YPG (ji ber ku YPG hêza serete ye di nav rêvebirina HSD de ye) ji xeynî şerê wekaletê tineye ku, vê gotinê dibêje! Armanc li ser şerê wekaletê, ne li ser parastina mafê netewa Kurd û Kurdistan hatîye avakirin. Ji ber wê jî biqedandina şerê wekaletê yê nav Surîye re, rola wan jî bidawî dibe û çekên xwe teslîm dikin. Ji serî de ev qebûl kirine û stratejî ev e.

Di virde pêvajoka Dewleta İraq, rewşa pêşmergan û mafê referandûm-serxwebûna netewa Kurd û Kurdistan mînakek ku bi dehan caran em li ser hûr hûr bisekinin li ber me ye.

Eger hêzek çekdar ya Kurdistanî tinebûya, ne li henber DAÎŞ û ne jî li henber Haşdî Şabî û artêşa İraq; mercên xweparêza Başûrê Kurdistan, hikumetê û mafên bidestxistî tine bû. Ji ber vê helwesta stratejîk jî çiqa ku ereban xwest „hêzên pêşmergan bêt teslimkirin", lê siyasetmedarên Başûrê Kurdistan ev daxwaza ereban red kir û her „xweserîya hêza Pêşmerge"! hat parastin.

Siyaseta PYD/YPG û rewşa HSD bi çi garantîyê van gotinan dibêje ku:

"Destûra Sûriyê ya pêşerojê, ya ku xizmeta tevahiya civaka Sûriyê bike û Sûryayeke federalî qebûl bike, ji bo me ti pirsgirêk nîn e hêza me ya leşkerî tevlî proseya niştimanî ya Sûriyê bibe. Herwiha sîwana ku destûr ji bo hêzên leşkerî qebûl bike, emê jî wê qebûl bikin."(!)

 

Li İraq Makezagonek hevpar û demokratî bi çavdêrîya Emerîka û hêzên cîhanî amade bû û di navbera Kurdan û hêzên İraqî de  hat pejirandin. Lê roja ku hêz ket destê Erebên şîe, mîna Erebên sune eynî metod bikar anîn. Berê xwe dan metodên zor û zilmê û yek biyek mafên makezagona İraq a federal bipaşde girtin, binpê kirin û xwestin ku carek din Kurdistan dagir bikin!

Ev hewlên dewleta İraq; Bicîh neanîna referandûmê ji bona deverên bigiftûgo,  qutkirina butçeya Kurdistan, mûçeyên Pêşmerge û karmendên federasyona Kurdistan; bi êrîşên DAÎŞ re bê ku şer bike bipaşde kişandina artêşa İraq û neparastina herêmê, mînakên girîngin li ber me ku, li Rojhilata Naverast, li ser axa Kurdistan bê hêzek çekdar û xort garantî ya bidestkevtinan tineye.

Bêhêvîtîya Hêzên  ku wekaleta şer dabin ser xwe, bi qedandina şer re ne stratejî û ne jî armanc namîne. Ev di van gotinên Hevserokê HSD Riyaz Dirar de eşkere ne. Riyaz Dirar dibêje:

 "HSD yek ji wan hêzên ku di hundirê Sûriyê de şer dike ye. Çareseriya wan dê, yan çekên xwe danin û radestî dewletê bikin, yan jî dê tevlî artêşa dewleta yak u ji nû ve bê avakirin bibin, zêdetirî van her du bijardeyan li pêş hêzên leşkerî tune ye, ji ber ew berê xwe didin ku tevlî artêşa dewletê ya nû bibin."

Ev helwest ji serî de ji terefê HSD û YPG/PYD de têt pejirandin ku ew ne hêzên xwedî stratejîyek Kurd û Kurdistanî ne. Ew hêzên wekaletê ne û li gor stratejîya parastina yekitîya dewleta Sûrîye şer dikin.(!)

Pêşîlêgirtina yekitîya hêzên Kurd  û Kurdistanî û hin jî dijraberîya bidesxistinên netewî yên kurdan li Başûrê Rojavayê Kurdistan bi vê helwestê eşkere ye û di bin tehlûkê de ye. Ji ber wê jî wekaleta van hêzan di destê qedera Esad û hêzên piştgirê HSD ve girêdayî ye. Ti armancek PYD/YPG ji bona mafê kurdan yên rewa li vî beşê Kurdistan tine ye.

27.11.2017

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin