Doza girtinê li DIAYDERê hatiye vekirin

Doza girtinê li DIAYDERê hatiye vekirin

.

A+A-

Bi daxwaza girtina DIAYDERê ku gelek endamên wê ji ber xutbe û weazên bi kurdî hatine girtin, doz hatiye vekirin.

Bi daxwaza girtina DIAYDERê doz hatiye vekirin. Gelek endam û rêvebirên komeleyê ji ber xutbe û waezên bi kurdî girtîne û hinek jî tên dadkirin.

14emîn Dadgeha Cezayên Giran ku Serokê Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Alimên Olî (DIAYDER) Ekrem Baran û 9 endam û rêveberên wê lê tên darizandin, di danişîna xwe ya 27ê Kanûna 2021an de biryar dabû ku ji Şaxa Midûriyeta Karûbarên Hiqûqê ya Walîtiya Stenbolê re muzekkere bê nivîsandin bê ka derheqê komeleyê de lêpirsînek heye yan na.

Mufetîşiya Mûlkiyeyê ya Wezareta Karên Navxweyî jî di 16e Sibata 2022an de bersiv daye û îdia kiriye ku komeleyê bi çalakiyên xwe, xala 2emîn a rêznameya DIAYDERê hatiye binpêkirin. Di bersiva behsa xeberê de çalakî û daxuyaniyên DIAYDERê jî weke sûc hatin hesibandin.

Li gorî nûçeya Mehmet Aslanî ku li Ajansa Mezopotamyayê weşiya ye li ser vê yekê jî Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê, îdia kiriye ku komele li derveyî armancên xwe tevgeriya ye. DIAYDER li Şîrînevler a Stenbolê ye lewma jî Serdozgeriya Komarî ya Bakirkoyê lêpirsîn daye destpêkirin û bi daxwaza girtina komeleyê, dozname ji Dadgeha Hiqûqî ya Giştî re şandiye. 

Sedemên girtinê

Dozgerî di doznameyê de diyar kiriye ku rêveberên DIAYDERê di kovara “Ronahî” de nivîs weşandine û îdia kiriye ku bi van nivîsan re jî “gel ji bo serhildanê sor kiriye.” Di doznameyê de dozger, van nirxandinan weke hinceta daxwaza xwe destnîşan dike: “ Têkçûna DAIŞê tê wateya têkçûna Tirkiyeyê. Dewlet, zilmê li Kurdan dike, wan dikuje, komkujiyan dike û welatê wan talan dike. Rêveberên Komara Tirkiyeyê ayetên Xwedê înkar dikin û rejîmekî faşîste (...)” 

 Her wiha dozger îdia kiriye ku DÎAYDERê “Gotarên ji bo parçekirina Tirkiyeyê” nivîsandine û ev gotare jî weke sedema girtinê nîşan daye. Dozger, di doznameyê de daxwaza sekinandina operasyonên Tirkiyeyê weke sûc nîşan daye. Dozger, îdia kiriye ku DIAYDERê bi çalakî û daxuyaniyên xwe, xala 2emîn a rêziknameya xwe binpê kiriye. 

Dozger, bal kişandiye ser du dozên derheqê endam û rêveberên DÎAYDERê de û sedemên di îdianameyê de jî weke sedema vekirina dozê nîşan daye. Dozger, îdia kiriye ku DIAYDER di çarçoveya armancên PKK û KCKê de tevdigere û xwestiye ku çalakiyên DÎAYDERê bên girtin û li gorî xala 89emîn a TMKê jî bê girtin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin