Douglas Sullivan: Divê Kurd li Bexdayê yekhelwest bin

Douglas Sullivan: Divê Kurd li Bexdayê yekhelwest bin

.

A+A-

Balyozê berê yê Amerîkayê yê Îraqê Douglas Sullivan ragihand ku ew hêvî dike Kurd li Bexdayê yekgirtî bin û xwedî yekhelwestê bin.

Douglas Sullivan da zanîn ku nakokiyên Herêma Kurdistanê li gorî dema ku ew li Îraqê bûye kûrtir bûne.

Douglas Sullivan diyar kir ew hêvî dike ku aliyên Kurdistanî herçiqas li ser her tiştî li hev nekin jî divê di hikûmeta Bexdayê de roleke wan a bihêztir û armancên wan ên zelaltir hebin.

Balyozê berê yê Amerîkayê yê Îraqê Douglas Sullivan li ser serdana Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ya Washingtonê, rewşa niha ya Îraqê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê ji Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde re axivî.

Rûdaw: Hûn rewşa niha ya Îraqê çawa dibînin? Li gorî dema ku hûn li wir bûn çi hatiye guhertin?

Douglas Sullivan: Ez gelekî kêfxweş im ku Serokwezîr Sûdanî hewl da ku hin sozên ku di dema hilbijartinan de ji bo baştirkirina xizmetguzariyan ji bo gelê Îraqê dabû bi cih bike. Li gorî min ev yek ji armancên herî girîng ên siyasî ye. Hin pirsên din jî hene ku ez girîng dibînim û ez dizanim ku hikûmet li ser kar dike. Di nav de derfetên kar ji bo ciwanên Îraqî jî heye. Herwiha pêşxistina sektora taybet jî mijarek e ku hikûmet li ser kar dike û divê bi çaksaziya aborî û sektoreke bankî ya bihêztir re be.

Ez kêfxweş im, Wezîrê Darayî ligel Serokwezîr li vir li Washingtonê ne. Bi rastî ez ji hin komên çekdar dilgiran im ku bêyî destûra Hikûmeta Îraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar û Serokwezîr, dikarin hêzê li derveyî sînorên Îraqê bi kar bînin. Ev mijarên ku li gorî min di serdana Serokwezîr de hatine behskirin. Ez pêşketinan dibînim lê wekî her carê li Îraqê gelek pirsgirêk hene ku divê bên çareserkirin.

Hûn niha rewşa Herêma Kurdistanê çawa dibînin? Ji dema ku hûn li wir nemane ve çi hatiye guhertin?

Douglas Sullivan: Xuya ye ku nakokiyên Herêma Kurdistanê li gorî dema ku ez li wir bûm kûrtir bûne. Tevî ku li Kurdistanê her tim nakokî hebûn. Hêvîdar im herçiqas li ser her tiştî li hev nekin jî di danûstandina ligel hikûmeta Bexdayê roleke wan a bihêztir û armancên wan ên zelaltir hebin.

 Hûn nêrîna Sûdanî ya li ser paşeroja Îraqê çawa dibînin?

Douglas Sullivan: Bi dîtina min Serokwezîr Sûdanî hewl dide li ser dîwarekî bimeşe. Ji aliyekî ve yên ku dixwazin wî ber bi Îranê ve bikişînin û Îraqê bikin beşek ji eniya Muqawemeyê (Berxwedana Îslamî ya Îraqê). Li aliyê din jî hin kes hene ku dixwazin aboriyê geş bikin û aboriya Îraqê bi welatên Kendavê û aboriya cîhanê ve girê bidin û bi welatên pêşketî yên wekî Amerîka û Ewropayê re pêwendiyên baş hene ku Îraq sûdê jê wergire.

Sûdanî hewl dide hevsengiya di navbera van her du hêzên siyasî de biparêze. Em jê re serketinê dixwazin lê em hêvîdar in ku zêdetir berê xwe bide welatên Rojavayî û geşkirina aboriyê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin