Doktor Jîjo ji zarokan re behsa çûna doktoran dike

Doktor Jîjo ji zarokan re behsa çûna doktoran dike

.

A+A-

Seta bi navê Doktor Jîjo ji sê pirtûkan pêk hatiye û her pirtûkek behsa rewşeke çûna doktoran dike.

Weşanxaneya NAyê seteke pirtûkan a bi navê Doktor Jîjo çap kiriye. Set ji sê beşan pêk hatiye ku çûna doktor bi sê qonaxan vedibêje. Di qonaxa yekem de zarok, doktor, hemşîre, muayenexane û amûrên muayeneyê yên sereke nas dikin. Di qonaxa duyem de zarok gaveke çûyîna doktor a komplekstir nas dikin. Zarok rastî kişandina fîlman û xwîngirtinê tên û bi tirsa xwe ya li hember kişandina fîlm û xwîngirtinê re rû bi rû dimînin.

Qonaxa sêyem qonaxa herî dijwar e ku îhtîmal e zarok pê re rû bi rû bimînin. Di vê qonaxê de zarok emeliyatê dibihîzin û emeliyatê nas dikin. Ev her sê qonax gav bi gav di 3 rêzepirtûkan da tên zimên.

Her du pirtûkên ewil ên vê rezepirtûkê Weşanên Nayê ew  çap kirin. Pirtûka sêyem jî ji bo çapê tê amadekirin.

Çûna doktoran hem ji bo zarokan hem jî ji bo malbatên wan meseleyeke dijwar e. Doktor Jîjo dixwaze vê travmayê mînîmalîze bike û di binhişê zarokan de çûyîna doktoran normalîze bike. Zarokê ji fikra “kesê ku mirov dêşîne” dûr bixe û fikra “kesê ku mirov ji êşê xelas dike” pê bide hîskirin. Bi vê armancê Doktor Jîjo bi şêwirmendiya psîkolojiyê hatiye amadekirin. Honandina metnê di çarçoveya pîvanên pedogojiyê da hatiye kirin.

Nivîskar Siya Sitavê di pêvajoya afirandina Doktor Jîjo da ji dinyaya keça xwe gelekî sûd girtiye û çîrok li ser zarokên derûdora 4-6 salî jî ceribandiye û li gor bertekên wan çîrok vehonandiye. Esma Akê jî weeneyeen pirtûkan xêz kirine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin