Dixwazin hilbijartinên serokomariyê boykot bikin, lê............

Dixwazin hilbijartinên serokomariyê boykot bikin, lê............

Partîyên Rojhilatê Kurdistanê dixwazin hilbijartinên serokomariyê boykot bikin lê beşdarî yên encûmenên bajêr û gundan bibin.

A+A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serkirde û serokên partiyên Rojhilatê Kurdistanê di panelekî Rûdawê de nêrîna xwe ya derbarê hilbijartinên Îranê anîn ziman û dubare daxwaz ji gelê Rojhilatê Kurdistanê kirin da ku hilbijartinan boykot bikin.

Roja Çarşemê 17-05-2017, Navenda Lêkolînên Rûdawê, li Hewlêrê bi beşdarbûna serokê partiyên Rojhilatê Kurdistanê, panelek derbarê hilbijartinên Îranê de sazkir.

Sekretere Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) Mistefa Hicrî di panelê de axivî û got: “Gelê Kurdistanê gihiştiye wê baweriyê ku sozên Komara Îslamî ya Îranê ne cihê baweriyê ne û eşkere ye, di van hilbijartinan de ji kurdan re ti tişt nîne.”

Hicrî amaje bi wê yekê kir, ku Komara Îslamî ya Îranê ji dengê gel û herwiha pirrengiya gelan bawer nake û destnîşan kir: “Lê rejîma Îranê şanoyekî pêşkeş dike da ku ji cîhanê re bêje rejîmekî demokratîk e.”

Derbarê namzetên hilbijartinê de Mistefa Hicrî da xuyakirin: “Berbijêrên vê xula hilbijartinê ew kes in, ku di 40 salên dawiyê de, rolawan di wan nexweşiyan de hebûye, ku biser gelê kurd de hatine.”

Sekreterê PDK-Î Mistefa Hicrî balkişande ser wê yekê, ku namzetên serokomariyê ne namzetên gel in û ji aliyê rejîmê ve hatine hilbijartin, ji gel jî dixwazin deng bidin wan.

Hicrî got: “Namzetên serokomariyê nikarin behsa hemû tiştekê bikin. Li Îranê ti desthilatekî serokomaran jî nîne. Jiber ku desthilat hemû di destê rêberên Îranê de ye.”

 

Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) Mistefa Mewlûdî bibîr xist ku wan ligel 6 partiyên din ên Rojhilatê Kurdistanê banga boykotê kirine û got: “Li gel boykotkirina hilbijartinên serokomariyê, me daxwaz ji gelê xwe kiriye da ku beşdarî hilbijartinên encûmenên bajar û gundan bibin. Jiber ku bi nêrîna me ev yek beşek e ji xebata gelê me ya li vî beşa Kurdistanê.”

Mewlûdî diyar kir: “Di karnameya 4 salên serokatiya Hesen Rûhanî de ji bo kurdan ti tiştekî baş nebû.”

Sekreterê Giştî yê Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Ebdullah Mûhtedî jî got: “Beşdarbûna hilbijartinan dengdanê ji me distîne. Lê bi milyonan sextekarî di hilbijartinên Îranê de tê kirin.”

Mûhtedî ragihand, ku li gorî baweriya gelek kesan ev hilbijartin dê bibe dawiya Wîlateya Feqî li Îranê.

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Kurdistanê ya Partiya Komûnîst a Îranê Îbrahîm Elîzade beşdarekî din ê panelê bû, ragihand: “Eger gelê kurd bi rêjeya ji sedî 90 beşdarî hilbijartinan bibaya lê deng bikar neanîba, vê yekê hêza tevgera kurd nîşan dida û tevger pêşve dibir.”

Elîzade tekez kir, ku beşdarnebûna hilbijartinan bixwe jî peyameke ji bo desthilata Îranê.

Elîzade amaje bi wê yekê kir, ku di 38 salên dawiyê de Şoreşa Îslamî ya Îranê jiber bergîrikinê hatiye guhertin.

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Reza Keibî destnîşan kir, ku niha li Rojhilatê Kurdistanê cografyaya siyasî pir hatiye guhertin û got: “Li Îranê ti tiştek bi rêya hilbijartinan nehatiye bidestxistin.”

Keibî pesna boykotkirina hilbijartinan da û got: “Rejîma Îranê ji destpêka desthilata xwe heta niha, li hember gelê xwe di nav şerekî bê eman û dûrûdirêj de ye.”

Sekreterê Giştî yê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Omer Îlxanîzade jî daxwaza hevgirtinê ji ciwanên Rojhilatê Kurdistanê kir û got: “Bila di hilbijartinên vê care peyamekî siyas3i bidin. Ez ligel wê yekê me, ku em rûyekê din ê vê dosyayê bibînin.”

Herwiha Sekreterê Giştî yê Sazûmana Xebata Kuridstanê Babeşêx Hisênî jî derbarê boykotkirina hilbijartinan de got: “Çima kurd herin ser sandoqan û bi destê xwe deng bidin tepisandin û binpêkirina mafên xwe?”

Hisênî got: “Ma ji sîstemekê ku jinan bi keviran dikuje, çi tê hêvîkirin? Sîstema Îranê heta hestiy3en xwe dîktatorî ye.”

Roja 19ê Gulana 2017ê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hilbijartinên 12emîn ên serokomariya Îranê û herwiha ya encûmenên bajar û gundan dê were kirin.

Partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji gel dixwazin hilbijartinên serokomariyê boykot bikin lê beşdarî yen encûmenên bajêr û gundan bibin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin