'Divê Sûriye ji ber bikaranîna çekên kîmyawî li hemberî gelê xwe hesab bide'

'Divê Sûriye ji ber bikaranîna çekên kîmyawî li hemberî gelê xwe hesab bide'

.

A+A-

 Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî careke din li ser çekên kimyawî yên Sûriyeyê civiya.

Konseyê bangî Sûriyeyê kir ku bi awayekî giştî nekêm bi Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyawî re kar bike û rê bide wan ku bikaribin bi awayekî zelal lêkolînên xwe bikin.

Lewre li gorî raporên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Karen Bêçekbûnan, li Sûriyeyê ji destpêka şer vir ve him rejîma Sûriyeyê û him jî DAIŞê li hember sivîlan çekên kîmyawî bikar anîne.

“Divê Sûriye bi Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyawî re kar bike”

Alîkarê Rêveberiya Asta Bilind ê Rêxistina Bêçekbûnê ya Neteweyên Yebûyî got:

“Wekî me berê jî gotibû, divê Sûriye bi Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyevî re nekêm kar bike ku bila pirsgirêk werin çareserkirin.

Hin pirsgirêk hatine diyarkirin lê hin pirsgirêk nehatine çareserkirin.

Sûriyeyê derbarê çekên kîmyawî daxuyaniyek da lê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyawî hê jî nikare vê daxuyaniyê li gorî peymana çekên kîmyawî qebûl bike.

Em bangî Sûriyeyê dikin ku bila bi teknîsyenên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyawî re kar bike û bersiva hemû daxwazên wan bide.”

Di civînê de Amerîkayê jî amaje bi vî yekê kir ku him rejîma Sûriyeyê û him jî DAIŞê li Sûriyeyê çekên kîmyawî bi kar anîne û divê rejîma Sûriyê wekî berpirsiyar hesab bide.

“Sûriyeyê li hemberî gelê xwe çekên kîmyawî bikar anî”

Li ser pirsa nûçegihanê Rûdawê ya “Sûriye red dike ku wan çekên kîmyawî li hemberî sivîlan bikar anîbe. Gelo bersiva we çi ye?” Alîkarê Nûnerê Amerîkayê yê Neteweyîn Yekbûyî Robert Wood wiha bersiv da:

“Zêdetir çi tê gotin, ango, Sûriyeyê çekên kîmyawî çend caran li hemberî welatiyên xwe bikar anî.

Û bi awayekî berdewamî meseleyê bi hevalbendên xwe re berevajî dikin. Ev jî tiştekî ecêb e.

Wekî min berê jî gotibû divê Sûriye wekî berpirsiyar were dîtin ji ber ku li hemberî gelê xwe çekên kîmyawî bikar anî.”

Rûsya û Îranê piştgirî da Sûriyeyê

Di civînê de Rusya, Îran û Sûriyê jî got ku meseleya çeken kîmyawî ji aliyê dewletên Rojava ve wekî meseleyeke polîtîk tê bikaranîn.

Ango wan tekez kir ku di destê wan de ti delîl tine ye û Sûriyeyê raportên xwe bi wan re parve kiriye.

Li aliyê din Sûriyeyê jî red kir ku wan çekên kîmyawî bi kar anîbe û Rûsya û Îranê jî piştgirî da.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin