
Dirûşma 'Kerkûk dilê Kurdistanê ye' Eniya Tirkmenan hêrs dike
.
Eniya Tirkmenan a Îraqê belavkirina dirûşma "Kerkûk dilê Kurdistanê ye" ya li ser bilboardên reklaman ên li kolanên Kerkûkê şermezar kir û ji Serokwezîrê Îraqê kir xwest ku ku destwerdanê bike.
Şaredariya Kerkûkê jî dibêje, wan bilboard bi rêya girêbestê daye sektora taybet û ew jê ne berpirsiyar in.
Serokê Eniya Tirkmenan a Îraqê Mihemed Seman ragihand ku nivîsîna dirûşma "Kerkûk dilê Kurdistanê ye" li ser bilboardên girêdayî Şaredariya Kerkûkê "bipêşketineke metirsîdar e" û da zanîn ku saziyeke xizmetguzariyê ya hikûmetê "dirûşmeke cudakar û fitneyî" belav kiriye.
“Aştiya civakî têk dide”
Mihemed Seman got, "Saziyên hikûmetê, bi taybetî yên xizmetguzariyê, ji bo xizmetkirina berjewendiyên giştî û welatiyan in bêyî cudahî, ne ji bo çandina tovên dubendiyê yan jî propagandaya ji bo dirûşmên siyasî û neteweyî yên ku aştiya civakî têk didin."
Serokê Eniya Tirkmenan ji Serokwezîrê Îraqê, serokatiya parlamentoyê, aliyên ewlehiyê û wezaretên pêwendîdar xwest ku destwerdaneke bilez bikin û lêkolîneke fermî li ser bûyerê bidin destpêkirin.
Her wiha Seman xwest ku ji wan aliyan bê pirsîn "ên ku rê dane saziyên hikûmetê ji bo belavkirina peyamên bi vî rengî bên bikaranîn" û got ku ev yek "gefê li yekrêziya bajêr û ewlehiya civakî dike."
"Şaredarî berpirsiyar e"
Mihemed Seman, Birêveberê Şaredariya Kerkûkê wekî berpirsiyarê sereke yê bûyerê bi nav kir û wiha axivî:
"Heman Birêvebiriyê, bêyî agahdarkirina pêşwext, ew cihên ku tablo û peykerên taybet bi Eniya Tirkmenan a Îraqê û bîranîna damezrandina eniyê û wêneyên serokê şehîd Eta Xeyrulah lê bûn, bi kirê daye."
Wî ev gav wekî "hewleke ji bo çandina dubendiyê di navbera pêkhateyên bajêr de" bi nav kir.
Şaredariya Kerkûkê 15 bilboardên mezin li cihên giştî yên bajêr danîne.
Berpirsê Ragihandinê yê Şaredariya Kerkûkê Ednan Şukur ji Rûdawê re got:
"Rast e bilboard ji aliyê Şaredariya Kerkûkê ve hatine danîn, lê bi girêbesteke pêncsalî daye sektora taybet."
Berpirsê Ragihandinê yê Şaredariya Kerkûkê her wiha got ku ew saziyeke xizmetguzariyê ne û bi awayekî pîşeyî kar dikin û ew ne berpirsiyar in ji tiştên ku li ser şaşêyan tên nîşandan.
Digel vê yekê, wî tekezî li ser wê yekê kir ku "Pêwîst e li ber çav bê girtin ku aramî û aştiya civakî ya Kerkûkê were parastin, ji ber ku rewşeke taybet a bajêr heye."
RÛDAW
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin