Dîndar Zêbarî: Îraq givaştinan dixe ser awareyan ji bo ku vebigerin deverên xwe

Dîndar Zêbarî: Îraq givaştinan dixe ser awareyan ji bo ku vebigerin deverên xwe

.

A+A-

 Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Îraq givaştinan dixe ser awareyan ji bo ku vebigerin deverên xwe, di demekê de ku divê vegeriyan bi bername be û xizmetkarî û ewlehî ji bo deverên wan vebigerin”.

Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî taybet ji K24ê re ragehand, “Li Şingalê komên milîşyayên PKK û Heşda Şebî û hêzên sepandî serdest in û her wan hêzan jî wesa kiriye ku lihevkirina asayîkirina rewşa Şingalê neyê bicihanîn”.

Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa got, “Komên milîşyayan li deverê li ser çalakiyên xwe berdewam in û pilaneke demdirêj heye ku li deverê bimînin, ev jî wesa dike ku aware nekarin vebigerin deverên xwe”.

Dîndar Zêbarî amaje jî da, “Ew komên milîşyayan li deverê navên xelkî dinivîsin ji bo ku peywendiyê bi Heşda Şebî bikin û bibin çekdarên wan”.

Navbirî di derheqa awareyan de got, “Îraq givaştinan dixe ser awareyan ji bo ku vebigerin deverên xwe, di demekê de ku divê vegeriyan bi bername be û xizmetkarî û ewlehî ji bo deverên wan vebigerin”.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin