Dije Terora Kurdistanê grûpeke DAIŞê desteser kir

Dije Terora Kurdistanê grûpeke DAIŞê desteser kir

.

A+A-

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand ku Dije Terorê, li Hewlêrê grûpeke DAIŞê desteser kir ku plan dariştibûn kiryarên “terorîstî” bikin.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê desteserkirina grûpeke DAIŞê li Hewlêrê ragihand û got, “Rêveberiya Giştî ya Dije Terora Kurdistanê, li Hewlêrê grûpa `wîlayeta şîmal Bexda ya ser bi rêxistina terorîstî ya DAIŞê destser kir. Ev grûp ji grûpeke emnî pêk dihat û li Hewlêrê ev demek e mijûlî avakirina mefrezeyekê û dabînkirina kesên xwekuj bû ji bo wê mefrezeyê û karîbûn 3 kesan ji bo êrişên xwekujî peyda bikin.”

`Çek û kelûpelên serbazî dişandin Bexdayê`

Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye, “Yek ji kiryarên terorîstî yên vê grûpê ew bû, xwekujekî bi navê `Hidayet` yê vê grûpê, roja 19ê Tîrmeha 2021, di roja erefê ya Cejna Qurbanê de li herêma sivîlan a Sedir a li Hewlêrê xwe teqandibû.”

Herwiha Encûmena Asayişê diyar dike, “Vê grûpê çek û pêdawîstiyên serbazî dikirîn û bo Bexdayê dişandin. Plana wan hebû ku di pêşerojê de kiryarên terorîstî yên zêdetir bikin. Lê bi hewl û çavdêriya dezgehên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê, hatin eşkerekirin û endamên wê grûpa terorîst hatin desteserkirin.”

Bandora gotara du mamosteyan

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê vîdyoya îtîrafên endamên wê grûpê jî belav kirin. Kesê bi navê Mihemed Ebdulkerîn ê 25 salî got, “Nêzikî salekê ye ji ber gotarên mamosta Kameran Kerîm û Mamoste Îsmaîl Sûseye, hizra cîhadî li gel min çêbûye.”

Kesê bi navê Adem Silêman Seidî ku bavê wî berî niha endamê Ensarul Îslamê bû, xelkê Hewlêrê ye û 1997an jidayîk bûye. Ew dibêje, bi rêya ragihandina DAIŞê, hizra endambûna wê rêxistinê pê re çêbûye û destpêkê jî her di ragihandina wê rêxistinê de kar kiriye.

Hizra avakirina grûpê

Adem Silêman Seidî, di îtîrafên xwe de behsa kesekî bi navê Mihemed Şeiban dike ku herdu xwedî heman hizrê bûne û dibêje, wan biryar da ku grûpekê li nav Hewlêrê grûpeke ser bi Hewlêrê ve ava bikin û herwiha diyar dike, paşê wan peywendî bi endamekî DAIŞê yê li Bexdayê re kiriye.

Li gor îtîrafên wan, herdu kesan hewl daye wê grûpa ser bi DAIŞê ve li nav Hewlêrê mezintir bikin û piştî demekê karîne çend kesan peyda bikin bo grûpa xwe.

Fermana êrişên xwekujî li Hewlêrê

Li gor gotina Adem Silêman, çend caran endamên wê grûpê li mala wî kom bûne û paşê ferman ji wan re hatiye ku kiryarên terorîstî li Hewlêrê bikin û wan jî red kiriye û ji wan re gotine, ji ber tundiya asta ewlehiyê ew nikarin kiryareke bi wî rengî bikin.

Bi gotina wî kesî, piştî ku wan fermana pêkanîna kiryarên terorîstî red kir, daxwaz ji wan hat kirin ku kesên xwekuj bişînin Bexdayê, wan jî kesê bi navê Hidayet Mihemed şandiye û wî jî roja 19ê Tîrmeha îsal xwe li herêma Sedir a li Bexdayê di nav sivîlan de teqand ku di encamê de 30 kes hatin kuştin û 50 kes birîndar bûn.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin