
Dije Terora Kurdistanê: Droneke bombebarkirî li nêzîkî Balafirgeha Hewlêrê hat xistin
.
Li nêzîkî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bombebarkirî ket û dengê teqîneke bihêz hat bihîstin.
Dezgeha Dije Terorê ya Kurdistanê ragihand ku îşev droneke bombebarkirî li nêzîkî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê hatiye xistin û ti ziyan çenebûne.
Kameraya çavdêriyê ya malekê dema ketina tiştê ku tê gumankirin dron an jî mûşek be tomar kir.
Dije Terora Kurdistanê jî daxuyanî belav kir û diyar kir ku droneke bombekirî li nêzîkî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê hatiye xistin.
Dîje Terora Kurdistanê got: “Îşev saet 21:58an droneke bombekirî li nêzîkî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê hat xistin.
Xweşbextane ti ziyaneke canî û madî çênebûye.
Li aliyê din, Rêveberê Fly Erbilê Lawend Memundî jî ji Rûdawê re got, “Ti geşteke kompanyaya wan li Balafirgeha Hewlêrê nehatiye betalkirin.”
Derdora Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ku baregeha serbazî ya Hêzên Hevpeymanan a li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) jî lê ye, di dema borî de çend caran bi rêya dron û mûşekan hatiye armanckirin.
Heta niha ti aliyekî berpirsiyariya êrişa îşev li xwe negirtiye û derbarê bûyerê de lêkolînê dest pê kiriye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin