
Dîdara Sekretêre Giştî ê Yêkitiya Ciwanên Dêmokrat a Rojhilatê Kurdistanê, digel Serokê Giştî ê Partiya Welatparêzên Kurdistanê
.
Dîdara Sekretêre Giştî ê Yêkitiya Ciwanên Dêmokrat a Rojhilatê Kurdistanê, digel Serokê Giştî ê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (Bakûrê Kurdistanê) Bêhzad Qadirî Sekretêre Giştî ê Yêkitiya Ciwanên Dêmokrat a Rojhilatê Kurdistanê, dîdarek digel birêz Mistefa Ozçelîk Serokê Giştî ê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (Bakûrê Kurdistanê) pêk anî.
Li vê hevdîtinê de Bêhzad Qadirî basek li ser dawî rewşa bûyerên Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê kir,û got li demekê de ku kurd ji her hêlekê ve li bin gefa dagîrkeran de ye, hewceye ku yêkdengî û yêkhelwestiya Ciwanên hemî beşên Kurdistanê çêbibe.
Sekretêre Giştî ê Yêkitiya Ciwanên Dêmokrat a Rojhilatê Kurdistanê, ragihand ku hewceye pirekî pêywendiyê di navera Civanên Bakûr û Rojhilatê û beşên dinê yênKurdistanê de çêbibe û ji heçî demê bêtir hewcehî bi avakirina navendekî heye ku bikare hemî civanên welatparêz û xwedî hizra netewî li xwe de biciwîne.
Li vê dîdarê de rêzdar Mistefa Ozçelîk pîrozbahiya bi hilkefta lidarxistina dawî kongireya Yêkitiya Ciwanên Dêmokrat a Rohilatê Kurdistanê û bûna Bêhzad Qadirî bi Sekretêrê vê Yêkitiyê ku erkekî giran pîrzbahiya xwe û partiya xwe pêşkêş kir, û piştre birêz Ozçelîk ragihand: Ev û partiya wî li pêxema çêkirina pêywendiya germ li navber Ciwanên Bakû û Rojhilat dê hemî cehda xwe bikin.
Herwisa piştgîriya xwe û partiya xwe bo şoreşa gelê Kurd nîşan da û hevpeymanî û hevxebatiya hemî aliyekî netewî bi hewce zanî.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin